Sirri Sakik: Pêwîste cîgirê Serokê TBMM’ê tavilê îstîfa bike Reviewed by El-Com on . Amed - Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik xwest Parlementerê AKP’ê yê Qeyseriyê û cîgirê Serokê TBMM’ê Sadik Yakût ku tevlî programekê bibû û gotibû, ‘pêwîs Amed - Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik xwest Parlementerê AKP’ê yê Qeyseriyê û cîgirê Serokê TBMM’ê Sadik Yakût ku tevlî programekê bibû û gotibû, ‘pêwîs Rating:
You Are Here: Home » slideshow @ku » Sirri Sakik: Pêwîste cîgirê Serokê TBMM’ê tavilê îstîfa bike

Sirri Sakik: Pêwîste cîgirê Serokê TBMM’ê tavilê îstîfa bike

Paylaş…Share on FacebookTweet about this on TwitterShare on Google+Email this to someoneShare on LinkedInPrint this page

Amed – Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik xwest Parlementerê AKP’ê yê Qeyseriyê û cîgirê Serokê TBMM’ê Sadik Yakût ku tevlî programekê bibû û gotibû, ‘pêwîste careke din darvekirinê bînin û destnedana parlementerên BDP’ê rakin’ tavilê îstîfa bike.

Parlementerê BDP’ê Sakik bersiva gotinên cîgirê Serokê TBMM’ê Sadik Yakût yên ‘bila darvekirin carek din bêt û destnedana BDP’iyan rabe’ di hesaba xwe ya twitterê de da.

Sakik got, Sadik Yakût ku di rûniştinên TBMM’ê de cûdakar û helwestên dijminane digire, biparastina cezayê darvekirinê û rakirina destnedanê careke din rûyê xwe yê cûdakar, nîjadperestî derxistiye derve û Yakût bê alîbûna xwe winda kiriye.

Sakik diyarkir ku, Yakûtê Parlementerê AKP’ê yê Qeyseriyê ye jî, bi vê daxuyaniya xwe ya dawiyê wî jî weke ‘bazên’ din yên AKP’yî nûnertiya cepheyê nîjadperestiya ku ji dema borî tê kiriye û pêwîste tavilê îstîfa bike.

ANF NEWS AGENCY

Scroll to top
UA-37549610-1