Asîmîlasyonê red bikin Reviewed by El-Com on . TZPKurdî û Navenda Gişti ya KURDÎ-DER'ê bi mûnasebeta destpêka vekirina dibistanan  bang li hemû malbatan kir ku zarokên xwe neşînin dibistan û navendên asîmîla TZPKurdî û Navenda Gişti ya KURDÎ-DER'ê bi mûnasebeta destpêka vekirina dibistanan  bang li hemû malbatan kir ku zarokên xwe neşînin dibistan û navendên asîmîla Rating:
You Are Here: Home » PERWERDE » Asîmîlasyonê red bikin

Asîmîlasyonê red bikin

Asîmîlasyonê red bikin

Paylaş…Share on FacebookTweet about this on TwitterShare on Google+Email this to someoneShare on LinkedInPrint this page
TZPKurdî û Navenda Gişti ya KURDÎ-DER’ê bi mûnasebeta destpêka vekirina dibistanan  bang li hemû malbatan kir ku zarokên xwe neşînin dibistan û navendên asîmîlasyonê.

TZPKurdî û Navenda Giştî yaKURDÎ-DER’ê bi minasebeta destpêka vekirina dibistanan li avahiya Navenda KURDÎ-DER’ê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê TZPKurdî Rêveberê Navenda KURDÎ-DER’ê Rifhat Ozturk daxuyanî da û diyar kir ku ji destpêka komarê heta niha ziman, çand, û nasnameya gelê kurt tê inkarkirin. Ozturk, da zanîn ku polîtîkaya netewperest û faşîzane ya îttîhat terakî bû sedema polîtîkayên tunekirinê yên bi dehan gel û neteweyan û wiha got: “Polîtîkayên îmha, înkar, qirkirin, koçberkirin û tunekirinê axa Anatolya kir goristana gelan.” Ozturk, da zanîn ku ji salên 90’an heta niha her tim gelê Kurd ji bo parastina çand ziman û nasnameya xwe li dijî polîtîkaya faşîzane ya pişaftinê ku sûcê mirovahiyê ye li ber xwe dide û wiha axivî: “Berxwedana gelê Kurd bi bedêlên gelekî giran gihişt asteke wisan ku, di Rojhilata Navîn de rê li ber gelek guherînên civakî vekir. Guherînên ku îro li Rojhilata Navîn bi navê bihara Ereban tê binavkirin, di rastiya xwe de bihara gelan e û çavkaniya vê rastiyê jî, têkoşîna rêbertî û tevgera azadiya gelê Kurd e. Gelê Kurd bi zanîn, feraset û paradîgmaya rêbertiya xwe ya nuh ev pêvajo, beriya ku biqewime dît û eşkere kir. Dîsa berxwedan û paradîgmaya nuh a gelê Kurd li hemû perçeyên welat û cîhanê bû hêvîya têkoşîn, xwenasîn û bixwebaweriyê. Divê têkoşîn û berxwedana gelê me jî li gor rihê vê pêvajoyê û demê be.” ‘Nasnameyê netewekî tê înkarkirin’ Ozturk, da zanîn ku tê zanîn ku çand û ziman, nasnameya gel û neteweyan e û wiha berdewam kir: “Tunekirina ziman û çand, di heman demê de tunekirina neteweyan e. Dîsa tê zanîn ku ji destpêka komarê û vir ve, armanca vê pergalê bi hemû cureyên asîmîlasyonê tunekirina çand û ziman, ango tunekirina gelê Kurd e. Divê li hember vê feraset û armanca qirêj a pergalê her Kurd berpirsiyariya xwe bi bîr bîne û li gor vê tevbigere. Pevajoya îroyin vê berpirsiyariyê li ser hemû Kurdan ferz dike. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Rojhelata Navîn a herî bingehîn e. Bi sedan salan e didome û bûye sedema gelek qewimînên hovane. Bi taybetî sih salê dawî yê Komara Tirkiyê bi vê pirsgirêkê derbas bûye û dibe. Em wekî TZP-Kurdî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, wekî ku li hemû cîhanê rêbaza bingehîn e, divê bi muxataban re were rûniştin û muzakerekirin. Muxatab jî bi salane ku ji hêla gelê Kurd ve bi şêweyên cûr bi cûr hatine destnîşankirin û eşkerekirin. Oztur, daxuyand ku mafê bikaranîn û perwerdehiya zimên mafê herî xwezayî û rewa yê kes û neteweyan e û wiha dirêjî da axaftinê: “Ev maf ne bi ferzkirina dewlet û hukumetan, bi daxwaza gel dikare were bikaranîn û pêkanîn . Heke dewlet destdirêjîya vî mafî bike, divê li hember dewletê bertekên tund werin nîşandan û tekoşîna herî dijwar a şoreşgerî were destpêkirin. Em wekî TZP-Kurdî li hemû gelên Anatolyayê (ermenî,asûrî,laz,çerkez û yên din) bang dikin ku bi şêwazeke şoreşgerî li vî mafî xwedî derbikevin. Bêdengî û bêhelwestmayina li hember van pêkanînan, hevkarî û piştgiriya van pekanînan e. Divê em baş bizanibin ku, bêdeng mayîn dê were wateya pejirandinê. Li Kurdistanê navendên pişaftinê yên bingehîn dibistan in. Bi sedan salane ku di van navendan de bi rêya perwerdehiyê, gelê Kurd û hindikahiyên din tên pişaftin. Dem hatiye ku divê her kesek li ser rastiya van navendan biponije û li rastiya xwe vegere. Divê hemû mamoste û perwerdekarên ku di van navendan de peywirdar in, bi şêwazeke baldartirîn bifikirin ku çi dikin û çawan bûne amûrê pişaftinê. Divê teqez helwesta xwe nîşan bidin û dev ji vî karê bêrûmet berdin. Di van rojên ku em têde ne, serdema vebûna dibistanan e. Pergal, bi hemû hêza xwe amedekariyên serdemê dike. Di van amedekariyan de, dê para zarokên Kurd û kêmahiyên din, pişaftin be. Dê zarokên gelê Kurd careke din ji ziman, nasname û kesayetiya xwe werin dûrxistin. Ev helwest û pêkanîn, li gor peymanên navneteweyî sûcên mirovahiyê ne. Divê tu kesekî nebe hevkarê vî sûcî. Divê gelê Kurd êdî li rastiya xwe vegere û vê pergalê red bike. ‘Divê têkoşîna herî dijwar bê dayîn’ Ozturk, bang li her kesî kir û xwest li ziman û nasnameya xwe xwedî derkevin û wiha dawî li axaftinê anî: “Em TZP-Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdeyîya bi zimanê dayikê, di çareserkirina pirsgirêka Kurd de tişta herî jêneger dibînin û bêyî vê tu helwestê napejirînin. Dîsa em bang dikin ku, gelê me li hember vê pişaftina ku bi rêbazeke faşîzane tê birêvebirin helwesta xwe ya neteweyî nîşan bide û van pêkanînên qirêj û dibistanan red bike. Bi tu awayî zarokên xwe neşîne van navendên pişaftin û bêrûmetkirinê. Ji ber ku ziman stûna bngehîn a hebûn û netewebûn ye, divê li hember înkar û tunekirinê têkoşîna herî dijwar û rewa di warê parastina ziman de were dayîn. Ji bo gel û neteweyan şertê yekemîn ê azadiyê axaftin, bikaranîn , xwendin û nivisandina bi zimanê xwe ye.”

DÎHA/AMED   

 


Xwendekarên Kurd neçûn dibistanan
Piştî KCD’ê û TZPKurdî, bang li Kurdan kir û xwest zarokên xwe neşînin dibistanê, li gelek bajar û navçeyan daxuyanî hatin dayîn. Li Colemêrg, Wan, Şirnex, Tetwan, Cizîr, Erxenî, Hezex û Îzmirê daxuyanî dan çapemeniyê. COLEMÊRG: Li Colemêrgê jî bi heman armancê xwendekar neçûn dibistanan û dibistan vala man. Li navenda Colemêrgê û navçeyên Gever, Şemzinan, Çelê û Bajigê hemû dibistan vala man û xwendekar neçûn dersê. Li Geverê ji sedî 90 xwendekar neçûn dibistanê. Ji ber xwendekar neçûn dibistanê li 20 dibistanan ders nehat dayîn. Xwendekaran li ser dîwarên dibistanan “HPG”, “PKK”, “Gerilla”, “Apo” nivîsandin.  Li Colemêrgê Endama Koordînasyona TZP KurdÎ ya Serhatê Besim Baykal, xwest gelê Kurd piştgiriyê bidin wan û li bangê xwedî derkevin. WAN: Li Wanê jî xwendekar neçûn dibistanan û pergala perwerdehiyê hate rawestandin. Li Wanê bi hezaran xwendekar neçûn dersan û li hin dibistanan hin mamoste neçûn dibistanê. Li navçeya Elkê ya Wanê KURDÎ-DER’ê piştgirî da boykotê û daxuyanî da çapemeniyê. Koma ku li ber Peykerê Ataturk kom bû bi girseyî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Rêveberên BDP’ê Wekîlên Şaredar û gelek welatî amade bûn. Li se navê komê Serokê Kurdİ DER’ê Ridvan Oktay, daxuyanî xwend û banga neçin dibistanê kir. TETWAN: Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jî ji sedî 50 xwendekar neçûn dibistanê. Şaxa Egîtîm Senê jî piştgirî da xwendekaran. Li navçeyan jî gelek xwendekar neçûn dibistanê û boykot kirin. Li ber avahiya Kurdİ DER’ê ya Tetwanê daxuyanî da û xwest kes zarokên xwe neşînin dibistanê. Di daxuyaniyê de rêveberên BDP’e, MEYA-DER û rêveberên BDP’ê yên navçeyên Tetwan, Norşîn, Hîzan, Xelat, Elcewaz û Motkiyê Amade bûn. Dîsa saziyên KESK, ÎHD Navenda Piştevaniya Jinan a Mizginê ya Tetwanê û malbatên xwendekaran amade bûn. ÎZMÎR: Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Îzmirê jî bi heman armancê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên Kurdİ-DER, BDP, TAYD-DER, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ya Îzimrê jî piştgiriya xwe anîn ziman. Rêveberê KURDÎ-DER’a Îzmirê Ali Yalçinkaya, daxuyanî xwend û polîtîkayên hikûmetê yên înkar û îmnayê şermezar kir û xwest her kes dibistanan boykot bikin. HEZEX: Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî gelek welatiyên ku di pêşengiya KURDÎ-DER’ê de li hev kom bûn û daxwazên xwe anîn ziman. Xwendekar jî neçûn dibistanê û ders boykot kirin. Koma ku li Parka Aşitiyê kom bûn li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Kom piştre ji Parkê heta Dibistana Ataturkê meşiyan. Rêveberê BDP’ê Wekîlê Şaredar, KURDÎ-DER û gelek welatiyên din amade bûn.  Dema nûçegîhanê me yê DÎHA M.Zeki Çiçek dîmen dikişandin polîsan li Çîçek û Aligirê Şaredarê Hezexê neheqî kir. Polîs sîle li Çîçek xist û got ez li ser navê dewletê vê sîleyê li te didim. Çîçek diyar kir ku dê serlêdana sûc bike. CIZÎR: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî dibistan hatin boykotkirin. Xwendekaren ku neçûn dibistanê li ser Kolana Hezexê agir pêxistin û neçûn dibistanê. Li aliye din KURDÎ-DER BDP û gelek malbatên din kon vekir û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê komê Endamê Kurdİ-DER’ê Abdullselam Durmuş, daxuyanî da û polîtikayên dewletê şermezar kir. AMED: Şaxa MALZUMDER’ê ji bo li dibistanan “Sonda me” bê rakirin li ber Midûriyeta Perwerdehiyê ya Amedê daxuyaniyê da çapemeniyê. Komê di daxuyaniyê de pankartên “Bila sonda me rabe” vekir û dowîzên “Herkes mirov e, lê her kes ne tirk e” “Çi kêfxweş e ji mirovên azad re”, “Ez Kurd im, tirk im, ereb im” rakirin. Li ser navê MAZLUMDER’a Amedê Serokê komeleyê Abdurrahim Ay, daxuyanî xwend û xwest sond bê rakirin. ERXENÎ: Li navçeya Erxeniyê ya Amedê jî bi heman armancê KURDÎ-DER’ê li ber Qonaxa hikûmetê ya berê daxuyanî da û xwest her kes dibistanan boykot bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Scroll to top
UA-37549610-1