Tamîlên li rastî komkujiyê hatin, xwe bi rêxistin dikin Reviewed by El-Com on . Maxime Azadî Amsterdam - Tamîlî nêzî 10 hezar kîlometre ji Kurdistanê dûr e û çarenûsa wan û Kurdan dişibin heve. Gelê Tamîlê li hemberî dewleteke komkuj a ku p Maxime Azadî Amsterdam - Tamîlî nêzî 10 hezar kîlometre ji Kurdistanê dûr e û çarenûsa wan û Kurdan dişibin heve. Gelê Tamîlê li hemberî dewleteke komkuj a ku p Rating:
You Are Here: Home » Genel @ku » Tamîlên li rastî komkujiyê hatin, xwe bi rêxistin dikin

Tamîlên li rastî komkujiyê hatin, xwe bi rêxistin dikin

Tamîlên li rastî komkujiyê hatin, xwe bi rêxistin dikin

Paylaş…Share on FacebookTweet about this on TwitterShare on Google+Email this to someoneShare on LinkedInPrint this page
Maxime Azadî

Amsterdam – Tamîlî nêzî 10 hezar kîlometre ji Kurdistanê dûr e û çarenûsa wan û Kurdan dişibin heve. Gelê Tamîlê li hemberî dewleteke komkuj a ku piştgirî ji hêzên navneteweyî werdigire, ji bo mafên xwe têdikoşin. Di şerê bi xwîn ê sala 2009 de rêberên xwe wenda kirin. Lê gelê Tamîlê bawer nake ku Velupillai Prabhakaran miriye.
Li hemberî wan rejîmek ku sucê mirovahiyê dike û guh nade peymanên NY’yê heye. Hatin qetilkirin, di girtîgehan de li rastî îşkenceyan tên, lê weke Kurdan zimanê wan nehate qedexekirin.
KEVŞOPIYÊN WAN ÊN 2 HEZAR SALÎ HENE
Zimanê Tamîlê xwedî kevneşopiyek nivîskî ya 2 hezar salî ye, yek ji zimanê Hindî yên xwedî wêjeya klasîk e. Zimanê Tamîlan û zimanê Dravid ên ku li Srî Lanka û başûrê Hindistanê tên axaftin du zimanên di warê wêjeyê de xwedî girîngiyek mezin in. Her wiha, gelê Tamîlê jî di dîrokê de xwedî bermayên girîng ên weke mûzîk, peyker û avahîsaziyê ne.
Li gorî hejmartinên sala 2009, şêniya wan 80 milyon e, ji vana 70 milyon Hindistanê dijîn û zêdetirê 10 milyonan jî li Srî Lankayê dijîn. Di warê çandê de Tamîliyên li Hindistan û Srî Lankayê de ji hev ne cûda ne, lê di aliyê zarava de hinek cudahî hene.
33 SAL IN ŞER HEYE
Ev 33 sal in li dijî dewleta Srî Lankayê têkoşîneke çekdarî dimeşînin. Rêxistina bi navê Pilingên Azadiya Tamîlê di sala 1976’ê de hate avakirin û ji bo dewleteke serbixwe têkoşiya. Piling ji aliyê DYA, YE, Îngilîstan û Hindistanê ve weke “rêxistina terorê” hate binavkirin.
Di 25’ê Çileya 2009 de artêşa Srî Lankayê bi 50 hezar leşker ve ket bajaroka biçûka a bi navê Mullaitivu û bi dest xist. Li vir 2 hezar milîtanên Tamîlê li ber xwe dan. Di 25’ê nîsanê de Pilingan paş ve kişiyan û gihiştin peravaên li Puttumatlanê. Piştre, li wir nêzî 50 hezar kes di nava şer de asê man, 100 hezar kes jî bûn penaber.
Di 17’ê Gulana 2009 de artêşa Srî Lankayê axa Tamîlan dorpêç kir û piştre rojekê rêberê Tamîlê Velupillai Prabhakaran hate kuştin. Dîmenên wî di çapemeniyê de hatin parvekirin. Li ber çavên cîhanê komkujî pêk hat. Li gorî NY’yê tenê 30 hezar kes hatin kuştin. Lê bîlançoya rast ji vê gelek zêdetir e.
DI ÇEND MEHAN DE ZÊDETIRÊ 170 HEZAR KES HATIN KUŞTIN
Serokê Komeleya Tamîl Eelam ya li paytexta Franse Parîsê dibêje ku ji bilî 30 hezar kesên di navbera berfanbara 2008 û 2009 de hatine qetilkirin, piraniya wan jin û zarok 146 hezar û 679 kes hatine kuştin. Piraniya vana wenda ne, kes nizane çi hatiye serê wan. Lê weke mirî têne zanîn.
Serokê Komeleya Tamîl Eelam T. Thiruchchoti ya li paytexta Franse Parîsê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku hemû milîtanên piştî şer teslîm bûn hatine girtin. Serokê komeleyê da zanîn ku nêzî 20 hezar in û hinek ji vana di bin çavdêriyê de serbest hatine berdan.
Thiruchchoti dibêje; “Îro rayedarên Srî Lankayê dibêje ew kesên hatine girtin rehabilîte dikin. Ji bo rehabîlîtasyona şervanên berê û perwerdeya wan kamp hatine avakirin. Li vir zimanê fermî yê Sîngala, sîrûda Sîngala û rêzdariya li hemberî ala wan hînî wan dikin.
ÎŞKENCEYA LI GIRTÎGEHAN DIDOME
Niha nayê zanîn rêberên leşkerî yên hatine girtin li kû ne. Di girtîgehan de îşkence û binpêkirinên mafan didome. Di mehên havînê de herî kêm du girtiyan ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan.
Thiruchchoti diyar dike; “Yek ji girtiyên ku bi îşkenceyê mir, di greva birçîbûnê de bû. Malbatan nedizanî her du jî di girtîgehan de bûn. Ev 10 sal bûn wenda bûn.”
Ji bilî vana bi hezaran girtiyên ku heta niha nehatine darizandin, di girtîgehan de têne ragirtin.
Li gorî texmînan şêniya Tamîlên li Srî Lankayê 12 milyon e. Li gorî komeleya Tamîlan nêzî 2 an jî 3 milyon li Dîasporayê dijîn. Tamîlî dikarin welat bi zimanê xwe perwerde bibin û partiya wan a siyasî di parlementoyê de heye.
SRÎ LANKAYÊ BOYKOT BIKIN
Heta niha birînên şer xwîn jê tên. Tamîlî dixwazin berpirsên van komkujiyên li ber çavên cîhanê pêk hatin bêne darizandin û cezakirin.  Rêxistinên li dîasporayê, dixwazin ji ber van komkujiyan dewleta Srî Lanka were boykotkirin û ji bo vê yekê kampanya li dar dixin. Bang li turîst û biyaniyan dikin ku neçin serdana Srî Lankayê.
BI TAMÎLÊN LI HINDISTANÊ RE WEK XWÎŞK Û BIRA NE
Tamîlî li Diasporayê xwedî tevneke berifeh a komeleyan e. Li her welatekî komeleyên wan di bin banê komeleyan de kom bûne.
Thiruchchoti dibêje; “Li başûrê Hindistanê 70 milyon Tamîlî hene û her çendî dewleta Hindistanê piştgirî nede, lê ew piştgirî didin me.”
Tamîlên li Srî Lankayê û yên li dewleta Federal a Hindistanê daxwaza axeke hevpar nakin. Thiruchchoti wiha berdewam dike; “Em hema weke Kosova û Albanya (Arnawût) ne. Çanda me yek e, lê zaravayê me hinek cûda ye, lê em weke xwîşk û bira ne.”.
LI WELÊT TÊKOŞÎNA SIYASÎ
Li welat jî partiyên siyasî û komeleyên Tamîlan hene. Nêzî 20 parlementerên Tamîlî di parlemontoyê de hene. Partiya TNA (Yekitiya Neteweyî ya Tamîlan) partiyek siyasî ye û ji bo mafên vî gelî têkoşîneke siyasî dimeşîne.
Lê TNA daxwaza dewleteke serbixwe nake, di nava xweseriyê de çareseriyeke siyasî dixwaze û ji bo vê têdikoşe.
Serokê komeleya Tamîlî dibêje; “Daxwazên me neguherîne” û berdewam dike; “Ji ber ku em jixwe têkoşîneke demokratîk dimeşînin. Ji ber polîtîkayên cûdakar ên 30 salan ên dewleta Srî Lankayê, gelê me biryara serxwebûnê daye. Hedefa me serxwebûn e. Lê ji bo çareseriyeke destpêkê em dikarin behsa konfederasyonê jî bikin.”
HÊVIYA WAN JI NY’YÊ NEMAYE
Tamîl dixwazin ku NY hesabê lêpirsînê bipirse û lêpirsîneke navneteweyî were destpêkirin. Lê dîsa jî di vî warî de zêde hêviya wan bi NY’yê tune ye. Serokê Komeleya Tamîlê mînak dide ku li hemberî sucên mirovahiyê yên li hemberî gelê Kurd têne kirin welatên rojavayî bê deng dimînin û hevkariyê dikin, destnîşan dike ku ji gelê Tamîlê wiha ye.
Thiruchchoti dibêje; “Divê NY beriya her tiştê me weke gel nas bike” û destnîşan dike ku ji bo edalet were bicihanîn, divê berpirs bêne cezakirin, mafên gelê Tamîlê bên nasîn, tazmînat bidin malbatên mexdûr.
Thiruchchoti dixwaze ku piştre di navbera Tamîliyan û dewleta Srî Lankayê de lihevkirine pêk bê û di vê çarçoveyê de qala formula “du netewe û dewletek” dike.
MILÎTANÊN ÇEKDAR HENE
Bi ya Thiruchchoti hîna jî milîtanên çekdar ne, lê bi awayeke pir veşartî tevdigerin. Thiruchchoti tenê dibêje hene û agahiyên din nade. Lê dibêje ku li gorî konjuktura navneteweyî niha têkoşenek nû ya çekdarî hinek zor e û destnîşan dike ku ji bo piştgiriya navneteweyî bigirin, têkoşîneke siyasî ya berfireh dimeşînin.
MA ŞEFÊ SERHILDANÊ NEMIR?
Heta niha jî Tamîl bawer nakin ku rêberê wan hatiye kuştin. Lê dîmenên cenazeyê wî ji bo hemû çapemeniya cîhanê hatibû servîskirin.  Thiruchchoti dibêje; “Em nizanin bê miriye an na. Artêşê termek nîşan da, lê naşibe wî” û wiha didomîne; “Bi ya gelê Tamîlê ew hîna jî dijî. Bawer nakin ku miriye û di destê dewletê de ye.”
Thiruchchoti vê hêviyê bi bûyerek ku berê qewimî ve girêdide û dibêje; “Di dema şerê artêşa Hindistanê li ser axa Srî Lankayê pêk anî de, rêberê Tamîlan wenda bû. Piştî 5 salan kesek nedizanî dijî an  najî. Artêşa Hindistanê digot miriye. Piştî 5 salan tu agahî jê nehat girtin, lê piştre vegeriya.”
Ew bi xwe jî bawer nake ku Velupillai Prabhakaran miriye. Lê vana dibêje; “Ger miribe jî ev ne dawî ye. Têkoşînek ji bo îdeolojiya wî heye.”
ANF

Scroll to top
UA-37549610-1