Sê jiyanên diyarî azadiyê hatin kirin Reviewed by El-Com on . Navenda Nûçeyan - Yek ji kadroyên pêşeng a PKK’ê Sakîne Cansiz ku di encama êrîşa sûîqestî ya duh li Parîsê pêk hat de, sala 1957 li Dêrsimê ji dayik bûye. Cans Navenda Nûçeyan - Yek ji kadroyên pêşeng a PKK’ê Sakîne Cansiz ku di encama êrîşa sûîqestî ya duh li Parîsê pêk hat de, sala 1957 li Dêrsimê ji dayik bûye. Cans Rating:
You Are Here: Home » JIN » Sê jiyanên diyarî azadiyê hatin kirin

Sê jiyanên diyarî azadiyê hatin kirin

Sê jiyanên diyarî azadiyê hatin kirin

Paylaş…Share on FacebookTweet about this on TwitterShare on Google+Email this to someoneShare on LinkedInPrint this page
Navenda Nûçeyan – Yek ji kadroyên pêşeng a PKK’ê Sakîne Cansiz ku di encama êrîşa sûîqestî ya duh li Parîsê pêk hat de, sala 1957 li Dêrsimê ji dayik bûye. Cansiz di nava ciwanên Xarpêtê de weke ciwanek çalak dihate nasîn û sala 1976’ê tevlî tevgera şoreşger a Kurdistaê bû.

Cansiz ku li Xarpêtê (Elezîz) ku di têkoşîna li dijî komên çete yên faşîst de bû pêşeng, bi taybet li taxên Fevzî Çakma û Yildizbalariyê xebatên rêxistinbûnê meşand. Sala 1978’ê li Dêrsim û derdora wê dest bi xebatên têkoşîna siyas kir û bi awayeke profesyonel di nava tevgera azadiya Kurdistanê de cih girt.

Cansiz ku yek kadroyên pêşeng ên tevgera azadiya Kurdistanê bû beşdarî Kongreya 27’ê Mijdara 1978 a li navçeya Licê ya Amedê pêk hat û di encamê de PKK hat damezrandin bû. Gava vegeriya Xarpêtê, tevî hevalên xwe hate girtin û ji wir şandin Zîndana Amedê. Cansiz di dema derbeya 12’ê Îlonê de li rastî îşkenceyên dijwar hat û sala 1991’ê serbest hate berdan.

Cansiz çawa ku ji girtîgehê derdikeve, tevlî xebatên şoreşgerî dibe û Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê xebat kiriye.

Cansiz ku di nava têkoşîna azadiya li çiyayên Kurdistanê de jî cihê xwe girt û piştre hat Ewropayê. Cansiz li vir pêşengiya rêxistina jinên Kurd kir û ji bo rêxistinbûn û sazîbûna Kurdan rolek girîng leyist.

FÎDAN DOGAN

Nunera KNK’ê Fîdan Dogan ku tevî Cansiz hate qetilkirin, 17’ê çileya 1982’yê li navçeya Elbîstana Mereşê ji dayik bû. Keça yek ji malbatên Kurd ên ku koçberê Ewropayê bûn bû û li Franseyê mezin bûye.

Dogan di temenê xwe yê biçûk de eleqeya wê ya li hemberî tevgera azadiya Kurdistanê zêde dibe û sala 1999’ê ve bi awayeke çalak di nava xebatên şoreşgerî yên tevgera azadiya Kurd ên li Ewropayê de digire. Dogan destpêkê di nava xebatên ciwan û jinan de cih girt û ji sala 2002 ve di nava xebatên dîplomasiyê de cih girt. Piştre bû endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) û nunertiya KNK’ê ya li Parîsê dikir.

ANF NEWS AGENCY

Scroll to top
UA-37549610-1