Aktîvîstên aştiyê li ber girtîgeha Amedê ketin greva birçîbûnê Reviewed by El-Com on . Amed - Redkarê Wijdanî Halîl Savda û hevalên wî li gel Rêxistina BDP'ê ya Amedê li ber girtîgeha Amedê daxuyaniyê dan çapemeniyê. Savda û hevalên xwe ji bo pişt Amed - Redkarê Wijdanî Halîl Savda û hevalên wî li gel Rêxistina BDP'ê ya Amedê li ber girtîgeha Amedê daxuyaniyê dan çapemeniyê. Savda û hevalên xwe ji bo pişt Rating:
You Are Here: Home » slideshow @ku » Aktîvîstên aştiyê li ber girtîgeha Amedê ketin greva birçîbûnê

Aktîvîstên aştiyê li ber girtîgeha Amedê ketin greva birçîbûnê

Aktîvîstên aştiyê li ber girtîgeha Amedê ketin greva birçîbûnê

Paylaş…Share on FacebookTweet about this on TwitterShare on Google+Email this to someoneShare on LinkedInPrint this page
Amed – Redkarê Wijdanî Halîl Savda û hevalên wî li gel Rêxistina BDP’ê ya Amedê li ber girtîgeha Amedê daxuyaniyê dan çapemeniyê. Savda û hevalên xwe ji bo piştgiriyê bide çalakgerên girtîgehê li ber Girtîgeha Tipa E ya Amedê ji bo rojekê ketin greva birçîbûnê. Çalakgeran cilên herêmî yên rengîn li xwe kirin û bal kişandin ser xwe.

Redkarê Wijdanî Halîl Savda û hevalên wî ji bo piştgiriyê bide çalakiya birçibûnê ya bêdem û bedorveger, li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo rojekê ket çalakiya birçîbûnê. Halîl Savda û hevalên wî yên ku ji Roboskiyê heta Enqereyê ji bo aştiyê meşiyan Îbrahîm Yaylali, Meral Geylanî û Emine Ozkaya û Ferhat Encu li gel aktîvistên aştiyê ji bo rojekê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi çalakiyê kirin.

Aktîvîstên aştiyê piştî dest bi çalakiyê kirin û daxuyanî dan dowîzên “Ji bo ku em careke din nekevin şînê em dikevin greva birçîbûnê.”, “Em Roboskiyên nû naxwazin” , “Em li girtîgehan mirinên nû naxwazin” û “Ji hemû jinên girtî re azadî” hatin vekirin. Çalakgeran cil û bergên ciwanên ku di komkujiya Roboskiyê de hatin qetilkirin li xwe kirin û li gel dayîkan bi cilên neteweyî ketin greva birçibûnê.

‘EM NAXWAZIN CAREKE DIN ŞÎNÊ BIGIRIN’

Li ser navê komê Redkarê Wijdanî û aktîvîstê aştiyê Halil Savda, cilên neteweyî li xwe kirin û diyar kir ku, ew wekî Roboskiyê naxwazin wekî dayîkên zarokên Roboskiyê şîne bigirin û wiha got: “Kesên ku ketine grevê tenduristiya wan di bin xeteriyê de ye. Jiyan ji her tiştî bi qîmettire. Mafê jiyanê mafekî mirovan yê bingehîne. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Em naxwazin dayîk û xizmên tu kesî şînê bigirin. Em naxwazin li ser vê axê dîsa şîn bê girêdan. “

‘JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ BERÎ HER TIŞTÎ DAXWAZÊN GIRTIYAN BÊN QEBÛLKIRIN’

Ferhat Enc jî ani ziman ku, li ser komkujiya Roboskiyê re 10 meh derbaz bûn, lê hêj hesap nehatiye pirsîn û wiha got: “Me wekî malbatên Roboskiyê êşên pir mezin dîtin û jiyan. Em naxwazin malbatên din jî êşan bikişînin. Ji bo ku eş bi dawi bibin divê bi lezgîn daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û bersivandin. Ji bo ku li Tirkiyeyê êdî mirin û kuştin bi dawi bibe em dikevin grevê.”

ANF NEWS AGENCY

Scroll to top
UA-37549610-1