Devoka Mereşê û fedîkirina ji devokan Reviewed by El-Com on . “Dengê Bavê Min”, dengê devoka min e Filmê derhêner Zeynel Dogan ê bi navî “Dengê Bavê Min” ê xelatgirtî, min nû temaşe kir. Zeynel Dogan filmê xwe bi butçeyeke “Dengê Bavê Min”, dengê devoka min e Filmê derhêner Zeynel Dogan ê bi navî “Dengê Bavê Min” ê xelatgirtî, min nû temaşe kir. Zeynel Dogan filmê xwe bi butçeyeke Rating:
You Are Here: Home » ÇAND » Devoka Mereşê û fedîkirina ji devokan

Devoka Mereşê û fedîkirina ji devokan

Paylaş…Share on FacebookTweet about this on TwitterShare on Google+Email this to someoneShare on LinkedInPrint this page
“Dengê Bavê Min”, dengê devoka min e
Filmê derhêner Zeynel Dogan ê bi navî “Dengê Bavê Min” ê xelatgirtî, min nû temaşe kir. Zeynel Dogan filmê xwe bi butçeyeke biçûk lê bi kedek mezin çêkiriye û serketiye; bi filmê xwe sînemaya kurdan û kurdî dewlemendtir kiriye. Fîlm çîroka malbateke mereşî ya ji Komkujiya Meresê filitî, ji dema niha bi dengê ku li kasetên teybê tomarkirî werdigerîne dema boriya komkujiyê û vedibêje. Mijara ku ez dixwazim li ser bisekinim fîlm bi xwe nîn e, lê bi kurtî bêjim, fîlm bi avakirina çîrokê û bi dîmenên xwe yên hunerî gelek serketiye.

Ya balkes û mijara ku ez dixwazim li ser bisekinim, Zeynel Dogan filmê xwe bi devoka kurmaciya Mereşê bi taybetî devoka eşîra sînamiyan çêkiriye û ev cara yekem e bi vî devokî filmek tê çêkirin.
Demek dûr û dirêj e ez dixwazim li ser mijara devokan, bi teybetî biçûkdîtina kurmancîaxêvan a devokên hev, nêrînên xwe binivîsînim. Biçûkdîtina devokên hev di nav kurmancîaxêvên bakurê Kurdistanê de pirsgirêkeke mezin e; ji ber vê biçûkdîtina devokên hev dema kurdên herêmên cuda ku hatin cem hev bi kurdî neaxivîn û esîrê zimanî tirkî dibin. Kurd bi vî awayî, bêhêstiyar, asîmîlasyonê hev kurtir û zimanê dagirker û asîmîlekaran nav xwe de bi hêztir dikin.
Dema qala devokan bibe serboriyeke min tê bîra min. Bîst salan berê min xwest kurdiya xwe sererast bikim, ji bo vê yekê min dest bi hînbûna xwendin û nivîsandina kurdî kir. Di wê demê de kovara “Tewlo” nû dest bi wesana xwe kiribû û têde hevalekî min karîkatursazî dikir. Rojek em rastî hev hatin û min bi dilgermî kovar û xebatên wan pîroz kir û min got, “Min nezanibû tu kurd î. Ez bi xwe jî kurd im.” Hinek bi şaşbûyî û lê bi kêfxweşî pirsî “Tu ji ku yî?” Min bersivand, “Ez ji Albistana Mereşê me.” Bi nêrînek biçûkdîtî û bi henek got “Bêê, tu jî ji kurdên me yên ‘kapî kapamîşke’ yî.” Demeke dûdirêj vê bûyerê tesîr li min kir, min ceserat nekir kurdiya xwe bi kar bianiya. Ez ji devokê xwe ditirsiyam…. Min ji dê û bav, dapîr û bapîrên xwe tu carî “kapî kapamîşke” gotin nebihîstibû, berevajî “derî bigire”, “derî kozke” digotin.
Dema ez derbasî Ewropayê bûm ev nexweşiya devokan bi teybetî devoka Mereşê biçûkdîtin li vir jî pêşketibû. Ev qest pêşketibû ku di serbestî û azadiyê de kurdên ku bi hev re kurdî diaxivîn kêm bûn, zimanê tirkî bi kar dianîn, hê jî wiha ye. Min dipirsî, çima bi kurdî neaxivin? Yên derdora min piranî mereşî bûn, digotin em kurnanciya rastî nizanin, kurmanciya me ne ya rastî ye. Min digot kurmaciya rastî ci ye, kurmancî kurmancî ye. Lê ev biçûkdîtina devoka mereşê ew qes tesîrdar bûyî bû ku mereşiyan li kurmanciyek rastî digeriyan. Bi tenê mereşî nîn e ya ku min dît meletiyan, sêwasiyan, semsûriyan û konyayiyan li kurmanciya rastî digeriyan. Ev biçûkdîtina devokan bi qesî asîmîlasyona dagirkeran bi tesîr bû. Rojekê hevalek ji Amedê ji min re vegotibû, kurdek ji Meresê li Parîsê çûye ba Cegerxwîn û xwestiye pê re bi kurdî biaxive. Dawiya dawî Cegerxwîn gotiye tu baş û xweş bi tirkî diaxivî ew çend peyvên kurdî di nav de nebe hê jî baştir dibe tirkiya te. Ez li heval hêrs bûm, min got vegotinên bi vî rengî ne xweş in. Min bawêr nedikir ku Cegexwîn wiha bêje û henekên bi vî awayî gorî min ji mantiqa kemalîzma tirkan a tekperezî dihat.
Min zanibû, pêla asîmîlasyona dagirkarên tirk bi xwezayî berî her tiştî û her kesî li yê ser sînorê dabû û bi vî awayî zimanê wan xera kiribû. Gelek gotin û vegotinên kurdî cihê xwe ji bo yên tirkî terikandibûn. Ev tiştek xwezayî bû, lê ya nexwezayî dema têkoşîn û berxwedaneke hebûn û tunebûnê da kurd kêmasî, xerabiyên devokên hev behane dikin, biçûk dibînin û kurdinan ji kurmanciyê sar dikin û dûr dixin.
Ma bi rastî devokê kurmanciya Meresê ew qast xera bû ku di nav gelê kurd de bûbû naveroka teşqela û henekan? Na bi rastî ne weha bû. Eger ev devoka xera bûye di nav sî, çil salên dawî de bû.
Ji xwe zanim; her ku min xwendin û nivîsandina xwe ya kurdî pêş de dibir ez bi dewlemdendiya devoka xwe dihesiyam; ji ber ku gotin û vegotinên ku di zarokatî de min ji kal û pîra xwe bihîstibûn dihatin bîra min. Pêyv û vegotinên winda didan dû hev, di mejiyê min de vêdijîn. Ji guherîna çend dengan û kêmasiya çend peyvan bêtir tu xerabiya vî devokî tune bû. Rast bû nifşê nû pêyvên tirkî dikirin nav kurmanciya xwe, ev jî dû pêlên mezinên asîmîlasyonê tiştek xwezayî bû. Ji bo vê yekê bi her kurdî re çi ji Mereşê çi ji herêmeke din ên Kurdistanê bi kurdî diaxivim û yên ku dibêjin kurmanciya me ne ya rast e re jî ez bi kurdî diaxivim û dibêjim; Tu kurmancî biaxiva, ez fêm dikim, ya rast ev e. Bila axaftina yên mereşî peyvên tirkî û bila yên mêrdînî de peyvên erebî hebin, bes bi kurdî, kurmancî biaxivin, ez guh didim. Ez û em ê li ber xwe bidin, hev fêm bikin.
Devok merheleya hilkiştina ber bi zaravayî gelemperî, zarava jî merheleya hilkiştina zimanê gelemperî ye. Her devok kêm e, lê bê devok em nikarin bigihên zimanê xwe yê gelemperî. Ne devok ne jî zimanê gelemperî ji hev û ji xwe dûr bixin. Ji bo gihîstina zimanê gelemperî zaravayê xwe neterikînin, berevajî ev bi bikaranînê pêktê. Bi filmê “Dengê Bavê Min” min dengê devoka mereşiyan bihîst û digot ji devoka xwe fedî mekin û bi kar bînin.
Fîlmê derhêner Zeynel Dogan “Dengê Bavê Min” ev muhasebe anî bîra min. Mereşî bila ji devoka xwe fedî nekin û ji wî karanînê dûr nekevin û bi ser vî devokî re bila bigihîzin kurmanciya gelemper, yan jî bi gotina wan “kurmanciya rastî”.

Kazim Polat

Nivîsên Nivîskar Ên Ku Berê Hatine Weşandin

 

Scroll to top
UA-37549610-1