Hamlet dîsa dibêje: ‘Hebûn an nebûn’ Reviewed by El-Com on .   Lîstika bi navê ‘Hebûn an nebûn’ ango Hamletê kurd ji bo kesên ku heta niha derfet nedîtine temaşe bikin li Şanogeha Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mez   Lîstika bi navê ‘Hebûn an nebûn’ ango Hamletê kurd ji bo kesên ku heta niha derfet nedîtine temaşe bikin li Şanogeha Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mez Rating:
You Are Here: Home » ÇAND » Hamlet dîsa dibêje: ‘Hebûn an nebûn’

Hamlet dîsa dibêje: ‘Hebûn an nebûn’

Hamlet dîsa dibêje: ‘Hebûn an nebûn’

Paylaş…Share on FacebookTweet about this on TwitterShare on Google+Email this to someoneShare on LinkedInPrint this page
 

Lîstika bi navê ‘Hebûn an nebûn’ ango Hamletê kurd ji bo kesên ku heta niha derfet nedîtine temaşe bikin li Şanogeha Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê dîsa derkeve ser dike.

 

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi lîstika ‘Hamlet’ê kurd xwe amade dike ku dîsa ji bo kesên ku heta niha temaşe nekirine derkeve pêşberî şanohezan. Lîstika ku berî 400 salan ji aliyê nivîskarê îngilîz William Shakespeare hatiy nivîsîn hema bêje bi hemû zimanên cîhanê derket ser dike.

 

Lîstika  Hamlet ku ji aliyê şanogerên DBŞT’ê ew ê derkeve ser dikê ku derhênerê Hunera Giştî ya Şanoya RAST a Hollandayê Celîl Toksoz derhêneriya wê dike ye. Lîstika ku destpêkê li Amsterdamê û li welatên Îskandînavyayê derket ser dikê. Piştî wê li Amed, Îzmîr û Enqereyê derket ser dikê. Lîstik di hemû pêşandanên xwe de jî rastî eleqeyeke mezin hatibû. Lîstika Hamlet dê 10-11-12 û 13’ê nîsanê  li Salona Şanoyê ya Şanogeha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê saet di 20.00’an de dîsa derkeve ser dikê.

 

RENG Û DENGÊN KURDÎ

 

Şanogerê ciwan Yavuz Akkuzu di rola Hamlet de dilîze herwiha sê rolên sereke yên listikê ji sê stranbêjan pêk tê. Stranbêja ciwan Gulseven Medan di rola  Ofelyayê de, starnbêja navdar Rojda di rola diya Hamlet Gertrude de, Ali Tekbaş jî di rola Horatio de ye. Ev hersê stranbêj him bi listika xwe him jî bi dengên xwe yên xweş Hamletê cudatir û rengîntir dikin.

 

Di Hamleta kurdî de bi enstrumanên wekê def, zirne, tef, saz û kemanê muzika zindî heye. Şîroveya lîstikê ji kevneşopiya dengbêjiyê ya wêjeya bi gotin a kurd tê. Hamlet di navbera sala 1599 û 1601’ê de ji aliyê William Shakespeare ve hatiye nivîsin. Di lîstikê de Prens Hamlet piştî bavê wî yê qral dimire dixwaze tola bavê xwe ji ji apê xwe Cladiust ku li ser text runiştiye û bi dayika wî re zewiciye bigire.

 

PIRA JIHEVFÊMKIRINÊ

 

Lîstika ku reng û çanda kurdî tê de derdikeve pêş de li cihê amûrên muzîka rojavayî, def, zirne, tembûra kurdan cih digirin. Lîstik dema ku par piştî li Amsterdamê promiyera xwe ya cîhanê kir li welatên Îskandînavyayê jî derketibû turneyê. Lîstik ji aliyê çapemeniya Swêdê jî eleqeyeke mezin dîtibû. Derhêner Cemîl Toksoz di daxuyaniya çapemeniyê de li Swêdê diyar kiribû ku hêj zimanê kurdî qedexe ye û ew jî ji ber ku xwestine ev lîstik ji bo jihevfêmkirin û aştiyê bibe pireyek Hamlet çêtir dîtine. Toksoz destnîşan kiribû ku di şanoya Ewropayê de, reqs, şoreş û diyalog ji hev cuda cuda tên pêşandan lê di şanoya kurdan de ev çemk bi tevahî di nav hev de ne. Toksoz anîbû ziman ku ew Hamlet bi yek ji kevneşopiya kurdan, dengbêjan re ji temaşevanan re vedibêjin.

FiratNews.com

Hamlet to be or not to be

Scroll to top
UA-37549610-1