Pakrewanan li dijî zilmê serî netewand Reviewed by El-Com on . Endamên DOKH’ê ji bo bîranîna Demîr, Malçok û Ayik ên ku bedenên xwe dabûn ber agir li ser gora wan bi bîranîn Zubeyde Zumrut di bîranînê de diyar kir ku wana j Endamên DOKH’ê ji bo bîranîna Demîr, Malçok û Ayik ên ku bedenên xwe dabûn ber agir li ser gora wan bi bîranîn Zubeyde Zumrut di bîranînê de diyar kir ku wana j Rating:
You Are Here: Home » JIN » Pakrewanan li dijî zilmê serî netewand

Pakrewanan li dijî zilmê serî netewand

Pakrewanan li dijî zilmê serî netewand

Paylaş…Share on FacebookTweet about this on TwitterShare on Google+Email this to someoneShare on LinkedInPrint this page
Endamên DOKH’ê ji bo bîranîna Demîr, Malçok û Ayik ên ku bedenên xwe dabûn ber agir li ser gora wan bi bîranîn Zubeyde Zumrut di bîranînê de diyar kir ku wana ji ber zilm qebul nekirin bedena xwe dan ber agir
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), ji bo bîranîna Evrîm Demîr, Mûstafa Malçok û Mehmet Ayik ên ku bedenên xwe dabûn ber agir li ser gorîn wan merasîmeke bîranînê pêk anîn.
Endamên DOKH’ê ji bo bîranîna Evrîm Demîr, Mûstafa Malçok û Mehmet Ayik ku bedenên xwe dabûn ber agir li ser gora wan merasîmeke bîranînê pêk anîn.
Mûstafa Malçok di 14’ê Sibatê de li Amedê ji bo 15’ê Sibatê salvegera dîlgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bike agir berdabû bedena xwe, Evrîm Demîra ku di salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Zindana Amedê de ku pêşengên PKK’ê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz dest bi rojiya mirinê kiribûn, li Kopa Mûşê bedena xwe dabû ber agir û Mehmet Ayikê ku bi heman armanca Demîr, li Bajaroka Sîdeya Manavgata Antalyayê di 21’ê Tîrmehê de bedena xwe dabû ber agir.
Endamên DOKH’ê ji bo biçin ser gorên Malçok û Demîr li ber avahiya BDP’ê ya Amedê hatin cem hev û bi wesayîtan çûn Gundê Suleymanan ê girêdayî Egila Amedê.
Komê li vir bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” heta goristanê meşiya. Komê li ser goristanê wêneyên Demîr, Malçok û Ebû Muslum Dogan vekirin û alên kesk û sor û zer hildan.

LI DIJÎ ZILMÊ ÇALAKÎ
Li ser navê endamên DOKH’ê Hevseroka Rêxistina BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut daxuyanî da û diyar kir ku ew tu carî Demîr, Ayik û Malçok ji bîr nakin. Zumrut wiha got: “Ew ji bo zilma ku li ser gelê kurd tê meşandin bi dawî bibe bedenên xwe dan ber agir, lê ev zilm hîn jî bi dawî nebûye. Zilma herî dawî ya li hemberî gelê kurd hate meşandin bûyerên di dema mitînga 14’ê Tîrmehê de hatin jiyîn bûn. Em tu carî dev ji têkoşîna azadiyê bernadin û em dê bernedin.” Zumrut di serî de ji malbatên Demîr, Malçok û Ayik bi tevahî ji hemû gelê kurd sersaxî xwest.

AYIK HAT BIBÎRANÎN
Piştî axaftinê endamên DOKH’ê çûn ser gora Mehmet Ayik ku li Goristana Yenîkoya Amedê ye. Komê li vir ji bo Mehmet Ayik jî merasîmek bîranînê pêk anî. Piştî merasîmê kom çû serdana malbatên ku ji bo serdana gorên HPG’iyan hatibûn goristanê.

DÎHA

Scroll to top
UA-37549610-1