Demîrtaş: Erdogan li ser şer rantê dike, gel dixapîne Reviewed by El-Com on . Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş di mîtînga Îskele ya Qada Kadikoyê de diyar kir ku, Serokwezîr Erdogan li ser şer rantxuriyê dike û ji ber vê yekê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş di mîtînga Îskele ya Qada Kadikoyê de diyar kir ku, Serokwezîr Erdogan li ser şer rantxuriyê dike û ji ber vê yekê Rating:
You Are Here: Home » Genel @ku » Demîrtaş: Erdogan li ser şer rantê dike, gel dixapîne

Demîrtaş: Erdogan li ser şer rantê dike, gel dixapîne

Demîrtaş: Erdogan li ser şer rantê dike, gel dixapîne

Paylaş…Share on FacebookTweet about this on TwitterShare on Google+Email this to someoneShare on LinkedInPrint this page
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selehattîn Demîrtaş di mîtînga Îskele ya Qada Kadikoyê de diyar kir ku, Serokwezîr Erdogan li ser şer rantxuriyê dike û ji ber vê yekê her tim gel dixapîne û bi hilbijêrên xwe re îxanetê dike. Demîrtaş anî ziman ku, ji ber bi qasî nan û avê pêdiviya wan bi aştiyê heye gelê Kurd aştiyê dixwaze û dê bi berxwedanê aştiyê pêş bixin.

Mîtînga li Qada Îskele ya Kadikoyê piştî meşê bi rêzgirtin û axaftinan destpê kir. Piştî axaftina Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selehattîn Demîrtaş axivî. Demîrtaş li ser girîngî û wateya aştiyê axivî û wiha got: “Îro li cîhanê gelên ku 1’ê Îlonê pîroz nakin hene. Kesên şer ji bîr kirine hene. Lê gelê wekî wan yên bi sed salan bi êşa şer her ro,j her saniye bi êşê dijîn hene. Gelê Kurd ku aştî ji bo wan wekî av û nan ferze û ji bo vê aştiyê îro gelê Kurd li gelek cihan li qadanin.”

‘AHA NIHA KU JI BO AŞTIYÊ KETINE QADAN JÎ MIROV TÊN KUŞTIN’

Demîrtaş anî ziman ku, her roj bi dehan mirov tên qetilkirin û wiha axivî: “Li Şemzînanê, Efxanîstan, Pakîstanê her roj mirov tên kuştin. Ji ber vê yekê aştî daxwaza hevbeş ya mirovane. Demîrtaş da zanîn ku, xwestina aştiyê karê dil, wijdan û since. Kesên xwedî wijdan, heskirin û sinc dikarin ji girîngî û wateya aştiyê fam bikin. Demîrtaş destnîşan kir ku, aha niha ku ji bo aştiyê daketine qadan dîsa mirov tên kuştin û wiha got:

“Li dijî bindestan şer tê meşandin. Kesên li dijî dagirkerî û metîngeriyê mafê xwe yê rewa dixwazin. Kesên li ser axa xwe û welatê xwe ji bo mafê xwe yê ziman, çand, û nasnameyê tê dikoşin tên kuştin. Demîrtaş bilêv kir ku, kesên şer dixwazin û şer pêş dixin kesên serdestî û zulmê diparêzin. Eger ku gel û civakek aştiyê dixwaze edaletê jî dixwaze. Bêyî wekhevî, edalet, aştî nabe. Divê ji bo aştî pêş bikeve divê berî her tiştî edalet, parastina mafên mirovan, wekhevî pêş bikeve. Ger ku îro hêj cenaze li erdê hebin em nikarin bi coşek mezin aştiyê pêşwazî bikin. Daxwaza aştiyê bi hewldanan pêk tê. 45 rojin li herêmê şerekî dijwar tê meşandin. Hikûmet naxwaze ev yek bê bihîstin. Naxwaze birayên me yên Antalya, Trabzonê bibhîzin. Ew dibêjin ger ku kesên rojava nebihîzin şer tune. Lê înşallah hûn heqbin û şer tune be. Lê di rastiya xwe de şer li herêmê heye. Ji bo ku em vê rastiyê aşkere dikin û dixwazin her kes rastiya şer bibînin vê carê em tên tawanbarkirin. Berpirsiyarê hemû van bûyer û şerî Serokwezîr Tayip Erdogane. Erdogan naxwaze ev şer bi dawî bibe û naxwaze ev şer bê dîtin. Dixwaze bi salan ev şer berdewam bike. Lê ji bo em vê yekê aşkere dikin ditirse û êrîş dike.’

DEMÎRTAŞ: GER KU BÊ WIJDAN BE TU NIKARÎ AŞTIYÊ PÊK BÎNÎ

Demîrtaş bilêv kir ku, bi veşartinê û berovajîkirinê ev şer bi dawî nabe û rastiya şer heye. Demîrtaş da zanîn ku, bêyî himûmet li meclîsê guhdar bike û vîna gel li ber çavan bigire li gorî Serokwezîr û Wezîrê Karê Derve biryarê dide.

‘REJIMA SEDAM JÎ KUJER BÛ, LÊ TÊKÇÛ’

Demîrtaş,bibîrxist ku,Serokwezîr Erdogan berî hilbijartinê bajar bi bajar digeriya tevlî mîtîngan dibû û diyar dikir ku, ew dê dawî li şer bînin û kuştinan bi dawî bikin. Demîrtaş da zanîn ku rejîma Seddam kujer bû, lê niha rejîma Seddam têk çû û wiha got: “2 sal berê li Sûriyeyê Erdogan gotibû ‘Me bi birayê xwe Esad re hevdîtin kirin. Me got muzakere û aramî. Me bi hev re di qada ragihanidin, çand, aborî, civakî de lihevhatin kirin. Me di nava xwe û Sûriyeyê de pirsgirêk çareser kir. Niha birayê min yê Dîlokê pasaporta xwe dixe berîka xwe bû bi dilê xwe diçe Şamê. Birayê me yê Şamê jî pasaporta xwe dixe û tê Dîlokê. Kê qezenc kir. Dîlokê qezenc kir. Esad qezenc kir.’ Di gotina wan ya berî hilbijartinê de her tişt derdikeve holê. Ji bo ku parlementeran bi gerîlla re hevdîtin pêk anî me jî wekî terorîst îlan dike. Heta niha me her tim got aştî. Me got bila xwîn raweste. Me her tim bangî herdu aliyan jî kir û me got bila ev şer û kuştin raweste. Lê Erdogan piştî komkjiya Roboskiyê leşkerên xwe pîroz kir. Kî heqe û kî neheq e xwedê û gelê me dizane.

Me hilbijartin ligel hemû astengiyên qezenc kir. Me li rexmî hemû belavkirina komir, meqerne, per û pereyên dewletê qezenc kir. Me bi perê gel, qurişên gelê xwe yê jar xebat kir û em hatin meclîsê. Em bi keda gel ya paqij hatin meclîsê. Lê camêr dê gefan li me bixwe û bêje em dê de ji meclîsê derxin.”

‘ERDOGAN TU XWE ÇI DIHESIBÎNÎ WERE SER HIŞÊ XWE’

Demîrtaş, Erdogan da ber rexneyan û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Tu kî yî? Tu patronê me yî. Tu xwe çi dihesîbînî. Tu berî her tiştî were ser hişê xwe. Tu xwe çi dihesibînî? Tu niha behsa destnedayina parlementeran dikî. Yên raneke nabert bin. Ji xwe bêyî destnedayînê dîsa destnedayîna me rakirin û polîs leşker êrîşî me dike. Gel me diparêze. Destnedayîna me gel diparêze. Her roj bi gefên ‘Destnedayînê’ dernekevin pêşberî me. Me got em dê her demê û li her derê mafê kurdan, mafê karker, xwendekar, gundî û bindestan biparêzin. Me got em dê azadiya Birêz Ocalan biparêzin. Me got em dê mafê zimanê zikmakî, xweseriya demokratîk biparêzin. Me tu carî li hemberî hilbijêrên xwe îxanet kir. Kî li kê îxanetê dike? Berî tu bê hilbijartin te çi got, niha tu çi dibêjî. Niha tiştê tu dikî îxanete. Tu li hemberî hilbijêrên xwe îxanetê dikî. “

‘AŞTÎ DÊ BI BERXWEDANÊ PÊK BÊ’

Demîrtaş bilêv kir ku, ger li Tirkiyeyê aştî pêk bê dê gel pêş bixe û wiha berdewam kir: “Cihê ku berxwedan lê tune be maf nayê girtin. Kedkar, elewî, jin, kurd, xwendekar mafê xwe bi berxwedan û têkoşînê bi dest dixin. Erdogan qet li hemberî kesên mafê xwe dixwaze bê hurmet û bê rêze. Qet Erdogan pirsgirêkê gel çareser nake. Divê ji Edîrne heta Colemêrgê xeta têkoşînê bi dest bixin da ku aştiyê bi dest bixin.

Em silavên xwe ji Kurdistana Rojava re dişînin. Em dixwazin hemû gelê Tirkiyeyê bizanibin li Kurdistana Rojava rêveberiya gelan pêş dike. Rêveberiya demokratîk pêş dikeve. Ji ber vê yekê divê em her kes vê serkeftin û serhildanê silav bikin. Ev peyvira me tevane. Divê me her kes ji bo aştiyê têbikoşin û di ber xwe bidin. Em dîsa dibêjim em piştgiriyê didin hemû kesên bindest û gel. Em her tim aliyê aştî, heq û bindestanin. Em bagn li Erdogan dikin û dibêjin aliyê xwe rast hilbijêrê. “

Wêne: Rûken Adali – Bahoz Denîz

ANF NEWS AGENCY

Scroll to top
UA-37549610-1