Serhildana Mamadalî yê Qâsiman Reviewed by El-Com on . [caption id="attachment_1219" align="alignleft" width="250"] Kasımoğlu Mamadali[/caption] Dîrok hişmendiyaa civatê ye. Hişmendî jî bi qeydkirinê pêk tê. Bûyer û [caption id="attachment_1219" align="alignleft" width="250"] Kasımoğlu Mamadali[/caption] Dîrok hişmendiyaa civatê ye. Hişmendî jî bi qeydkirinê pêk tê. Bûyer û Rating:
You Are Here: Home » ÇAND » Serhildana Mamadalî yê Qâsiman

Serhildana Mamadalî yê Qâsiman

Paylaş…Share on FacebookTweet about this on TwitterShare on Google+Email this to someoneShare on LinkedInPrint this page

Kasımoğlu Mamadali

Dîrok hişmendiyaa civatê ye. Hişmendî jî bi qeydkirinê pêk tê. Bûyer û tiştên ku neyên qeydkirin hişmendiyeke pêk nayne; an jî hişmendiyeke çewt û şaş pêk tîne. Ji bo ku bûyer û tiştên di demê de pêk tên wekî dîrok bêne bi nav kirin divê werin qaydkirin. Qeydkirina herî girîng a nivîskî ye. Me kurdan pirî caran bûyer û tiştên xwe bi nivîskî qeyd nekirine; bi devkî gihandina civata îro. Ji bo vê yeke çanda me ya devkî pêş de çûye. Bûyerên me yên dîrokî ji bo ku nehatine nivîsîn, di çanda devkî de bûne kilam, şîn û çîrok û hwd.
Li herêma me, di navbera Elbistana Meraşê û Axcadaxa Meletiyê de kilama Mamko an jî Mamadalî tê gotin. Ev kilam bi rastî bi awayê şînê ye. Niha di nav kurdan de bi strandina stranbêjan belav dibe. Mijara vê şînê bûyeke dîrokî ye; lê bi nivîskî pir kêm hatiye qaydkirin. Qaydên ku hene jî yê nû ne. Piraniya agahiyên ku van nivîsan digehînin me bê belge ne. Çi agahiyên ku min dest xwe xistiye dixwazim bi kurtasî bi kurdî bi xwendeyên zimanî kurdî re par ve bikim.
Serhildana Mamadalî yê Qasiman di dawiya 1914’an de di destpêka1915’an de pêkhatiye. Di wê demê de dewleta Osmanî di tengasiyeke mezin de bû. Ji aliyekî windakirina Şerê Balkanan û di alî din ve Şerê Cîhanê yê Yekemîn ku dewleta Osmanî ketibû nav aboriyeke giran û hezên eskerî; ketibû bin bareke giran. Şer mîna aşekê aborî û hezên mirovan dihêre. Ji bo vê yekê dewlet bi zordestiyê ji gelên ku lê desthilatdariyê dike, bac û mirovan dixwaze.
Gava ku ji bo bac û mirovan bidin dewletê fermandar û karmendên dewleta Osmanî xeber şandin eşîra Qasiman, sereşîr Qasiman Memadalî jî xaber dişîne el û eşîrên derdorê û yên ku pêve tekiliyên xwe hene. Bac û esker ji wan eşîran jî tê xwestin. Mamadalî dibeje: “Em Qasiman dixwazin ne qurişek ne jî kesek bidin dewleta Osmanî. Eger hûn jî destek bidin bi hev re em li hemberî dewletê ber xwe bidin.”
Ji eşîra Alxasan, ku Alxasan hem xalanên Mamadalî ne hem jî bermala Mamadalî Xurî ji Alxasan e, bersivek erênî digehîje Mamadalî. Bi Alxasan ve Bekiran, Sînamîlan jî xeber dişînin ji Mamadalî re ku ev jî piştgirtiya Mamadalî dikin.
Mamadaliyê Qasiman piştî van sozên piştgirtiyê amadekariyê dike û fermandarên dewletê bi eskeran ve tên ku bac û mirovan bi xwe re bibin. Mamadalî bi miroyên xwe yên çekdar çekên eskeran ji dest digire û wan dest vala bi şûn ve dişîne. Mamadalî dizanî ku ew cemse bi hêzek mezin ve dê şûn ve warin û êrîşek mezin bikin. Xeber dişîne eşîrên ku soz dan, lê tu kes nayê. Eskerên Osmanî ser eşîrê Qasiman de êrîş dikin. Mamadalî û heval û mirovên xwe yên çekdar bi eskeran ve li hev didin; lê hêzên eskerên Osmanî pir bûn. Di li hevdanê de xwe difilitîne çend şehîdan didin û xwe dikişînin nav çiyayên bilind. Mamadalî û çekdarên xwe demek di çiya û zozanan de nav eşîrê de xwe vedişêrin.
Bi gotinekê, dewlet mîna her demê efûyeke xapînok derdixe û dibêje ku eger Mamadalî û yên cem wî teslîmê dewlet bibin, dê warin efû kirin. Li gorî vê gotinê, Mamadalî tevî çekdarên teslîm dibe. Li gorî gotinêk din jî ji gundî Bekiran mala Temir Axa cihê Mamamdalî û rêhevalên wî nîşanî dewletê kiriye û ew wiha hatine girtin.
Ev gotin in, lê ya rastî niha baş pê nizanin. Ya ku ne diyar e, serhildana Mamadalî yê Qasiman bi rêxistinek kurdîstanî ve tekiliyek xwe hebû yan na?
Di dawî de ya ku tê zanîn: Mamadalî ji kurd û elewî bûyîna xwe daxwazên dewleta Osmanî nedixwest bi cih bîne; ji bo vê yekê li hemberî dewleta Osmanî serî hildaye. Mamadalî yê Qasiman û sê rêhevalên wî hatine girtin û li Xerpûtê di sala 1915’an de hatine dardekirin.

Şîn an jî kilama ku li dû Mamadalî hatiye gotin:

li me çi tê, li me çi tê
deh gund lênîştin li cirîtê
Mamadalî dil şewitand lo
çav roniyê eşîretê

lo lo lawo Mamadalî
here lawo Mamadalî
tu gencî bîst û çar salî lo
eşîr ji derdan dinalî

li Enqerê têlê xistin
li Meletî ar vêxistin
xeber kete eşîretê lo
Mamadalî bi dêr xistin

lo lo lawo Mamadalî
xwang ji derdê te dinalî
çavê dijminan birijin lo
ku tu kirine vî halî

Aqçadaxê Aqçadaxê
hêlek bostan hêlek baxê
çaxa çend nefer ketin nav lo
kirin qewldarê tem’r axê

lo lo lawo Mamadalî
hurî ji derdan dinalî
çavê dijminan birijin lo
ku tu kirine vî halî

Mamad êlî serî ra kir
yekbûn nav êşîrê çê kir
êrîş kir ser Osmaniya lo
bindestî qe qebûl ne kir

mamko mamko Mamadalî
heval rindo çi delalî
cîran ji derdan dinalî lo
genco tu bîst û çar salî

memo memo Memedalî
gula zere Memedalî
valikê spî tesmekarî lo
hurî ji derdan dinalî

…………………

Şîna bermalê Mamadalî Xurîyê:

Mamadalî ezê dinalim
tu tuneyî qurban
ezê bê halim
kezeba min têşiye
hurî ‘me ez hurî‘ ya te
hêstirên xwe dimalim
hêstirên xwe dimalim.

***

Nivisên Kazim Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

– Divê em vê bê heqiyê li xwe heq nekin
– Ez mecbûrî zimanî kurdî me

Kazim Polat

www.nurhakdagi.net

 

Scroll to top
UA-37549610-1