KONSERA JI BO PIŞTGIRIYA TELEVÎZYONA ELEWÎ’YAN, TV10 Reviewed by El-Com on . (01/11/2012) şeva Pêncşem li seat 5an li dawetxaneya KERVAN navnîşan: 293 Fore Street, Edmonton, Enfield, North-London, N9 0PT --------------------------------- (01/11/2012) şeva Pêncşem li seat 5an li dawetxaneya KERVAN navnîşan: 293 Fore Street, Edmonton, Enfield, North-London, N9 0PT --------------------------------- Rating:
You Are Here: Home » ÎNGÎLÎSTAN » KONSERA JI BO PIŞTGIRIYA TELEVÎZYONA ELEWÎ’YAN, TV10

KONSERA JI BO PIŞTGIRIYA TELEVÎZYONA ELEWÎ’YAN, TV10

Paylaş…Share on FacebookTweet about this on TwitterShare on Google+Email this to someoneShare on LinkedInPrint this page
(01/11/2012) şeva Pêncşem li seat 5an

li dawetxaneya KERVAN

navnîşan: 293 Fore Street, Edmonton, Enfield, North-London, N9 0PT
———————————————————————

Hûn dikarin TV10 li ev girêdanê (lînkê) temaşe bikin: http://www.tv-on.tv/tv10live.html

TV10 weşana xwe bi Kurdî (Kurmancî û Dimilî/Zazakî) û Tirkî dike.

Ji ber ku di lêgerîna (browser) Google de pirsgirêka deng heye, lêgerîna FireFox bikarbînin.

Hûnermend û Hozanên şevê
———————————————————————
Tolga Sağ
Yasemin Göksu
Fırat Îmîrza
Cîhan Çelîk
Yılmaz Çelîk

—————————-

Elewî û bawerîya/ola Elewîtî, û çanda wan di Anatolya û Mesopotamya de di nav kevintirîn ol û çandan de ye.Di dema me hemdem ya teknolojî û têberîtî de, wek hemû gel, ol, çand û civatên heremî, Elewî jî di diltengîya ku nikarin xwe û çanda xwe biparêzin, pêşbixin û derbazî nifşên nû bikin de ne.
Ku çand û kelepûr bibe jiyandin, û derbazî nifşên nû bibe, pêdivî bi alavên ragihandine heye. Alava herî karîger û bibandor çapemenîye, taybetî weşana dîtinbar e.
Herçend ku ji hêla hêz û olên serdest, komkujî, qatlîam, zordarî, pişavtin û bêdadî li ser Elewîyan ferz bûye, TV10 bi weşana dîtinbar armanc dike bi temaşevanên xwe ve parve bike ev bawerî, dîrok, çand û felsefeya jiyana Elewîyan ku hezaran sale hatîye parastin û gihiştîye roja me îro.
Wek bingeh û prensîpa girîntir ya Elewîyan, TV10 jî, wê herdem li pey heq (rastîyê) bibe û mirovatî esas bigre, û bibe dengê rastîyê.

Herçend TV10 bawerî û çanda Elewîtî esas bigre, di heman demê de wê armanc bike ku bibe deng û platforma kemnetew, ol û çandên dîtir ku ji dengdanê bêpar mane. Herwisa TV10 dixwaze pirên bratî navbeyna çandan û olan çêke.
Prensîpa TV10 ew e ku hemû nirxên çand ya civakê parçeyek mirovatîye, û divêt bête parastin.
Herçend TV10 çand û bawerîya Elewîyan dide jiyandin, herwiha TV10 hemû nirxên çandî ya Anatolya û Mezopotamya hembêz dike û yek digre.
TV10 wê dîmender (ekran) a xwe ji hemû cureyên cûdakerî bigre, û dîmenderên xwe veke ji hemû ramanên ku dadwerîya civakî, wekhevî, demokrasî û mafê mirovan hembêz bike.

TV10 wê fersend û derfet bide kesên ku bixwazin raman û xemên xwe îfade bikin di derbarî mafên karkeran, jîngeh û derdor, newekhevîya di navbera zayendan, û mafê jinan.
TV10 wê dîmender (ekran) a xwe ji nijadperestî, cûdakerîya ol, ziman, zayend û hemû cûreyên zordarî re bigre.
Hemû dîtin û ramanên ku şer gûr bike, û rûmeta mirovan û mirovatî binpê bike TV10 wê li dijî wan bisekine.
TV10 wê derîyê xwe bigre ji bernameyên ku tê de tiştên ku zarok û ciwanan ji nirxên civake durbixe hebe, û ku bandorekê neyînî li ser pêşketina wan a zîhnî yan fîzîkî bike.
TV10 ji bilî bernameyên li ser ol û çanda Elewîtî, herwiha bernameyan li ser mijarên rojana jî diweşîne.

TV10 weşana xwe ya test li 3’yê Cotmeh a 2011 destpêkir, û li 29’ê Sermawez 2011 bi weşana normal berdewam kir.
TV10 li ser peyika (satelayt) TURKSAT weşana xwe dike. Dûrahîya weşana xwe digihêja Ewrûpa, Tirkîye, Kafkasya, Rojhilata Navîn, Kıbrıs, û bakûra Afrîka yê.

TV10, denga heq û haqîqatê ye

Scroll to top
UA-37549610-1