ARAM ZIMANÊ DILÊ GEL BÛ Reviewed by El-Com on . ŞEHÎDARAMZIMANÊ DILÊ GEL BÛ Gora Aram li Amedê wê bibe Akademiyek çand, huner, zanist, ziman û dîrokê. Ji bo wê divê Aram ne di goristaneke giştî de, li ser xak ŞEHÎDARAMZIMANÊ DILÊ GEL BÛ Gora Aram li Amedê wê bibe Akademiyek çand, huner, zanist, ziman û dîrokê. Ji bo wê divê Aram ne di goristaneke giştî de, li ser xak Rating:
You Are Here: Home » ÇAND » ARAM ZIMANÊ DILÊ GEL BÛ

ARAM ZIMANÊ DILÊ GEL BÛ

ARAM ZIMANÊ DILÊ GEL BÛ

Paylaş…Share on FacebookTweet about this on TwitterShare on Google+Email this to someoneShare on LinkedInPrint this page
ŞEHÎDARAMZIMANÊ DILÊ GEL BÛ

Gora Aram li Amedê wê bibe Akademiyek çand, huner, zanist, ziman û dîrokê. Ji bo wê divê Aram ne di goristaneke giştî de, li ser xakeke berfireh were bicihkirin û li derûdora wê xakê AKADEMIYA ÇAND; HUNER; ZIMAN; WÊJE Û ZANISTÊ YA KURDISTANÊ were avakirin.

Kurdiya Aramê Tîgran pêk dianî, bawer nakim ku hozan an hunermendekî din karibe ewqasî ji dil, pak, zelal û dewlemend bikar anîbe.Aramşehîdekî çand, wêje û zimanê kurdî ye. Ew welatparêzekî ji dil ê bi dilsozî bi ku bi xaka rehên wî di kûrahiya wê de bûn ve girêdayî bû. Bi helbestên wî hestên mirovan ên welatparêzî hil dibûn.Aramçû ser dilovaniya xwe, lê wê ti carî nemire. Ewê her dem di vîn û wîjdanê gelên herêmê de û di têkoşîna azadiyê de, di hemû kar û xebatên hunerî, çandî, zimanî û wêjeyî de bijî. BêAramwê jiyan qet ne xweş be; lê berhemên ji me re hiştine û deng û awaza wî ya li ber guhê me dilore, her dem wê jiyanê bixemilîne ku em bikaribin diyax bikin…

Di dîroka Kurdistanê de, di her pêngavê de nirxên giranbuha hatine afirandin û ev wekî xelekekê gihiştine hev, ev xak ji her alî ve parastine û gelên li ser vê xakê jiyane bi xwe re heta roja me anîne. Ger Zeredeşt, Manî, Ehmedê Xanî, Feqê Teyran, Cegerxwîn, Meyremxan, Ayşe Şan, Mûsa Anter û bi sedan zanyar, hunermend, hozan, nivîskar li ser vê xakê ji nava dilê gelên li ser vê xakê dijîn, nehatibana afirandin pir zahmet bû ku îroj mirov bikarîba qala hebûna kurd û Kurdistanê bikraya. Di erdnîgariyeke ku du hezar sal in azadî nedîtiye û her dem di bin nîrê desthilatdariyê de jiyan meşiyayî de, hebûna van nirxan ji bo vê xakê û gelan bûye ava jiyanê. Îroj gerîla li navsera çiyayên Kurdistanê bi mîratê van nirxan dikare li ber xwe bide. Ger ev nirx ji me re mîrate nemabana, me dê ji bo kîjan nirxan gerîlan derxistibana navsera çiyan?

Aramxeleka dawîn a ji van nirxan bû; ku di van rojan de çû ser dilovaniya xwe. Hunermendên
wiha ji dil, bi rastî û sedîsed hunermend her roj û her gav dernayên holê. Ev zêdetir berxwedan û zimanê dilê gel in, ên xaka Kurdistanê ne. Gel û xak bi derxistina van nirxan dixwaze xwe bîne ser ziman, tişta di dilê xwe de bilêv bike, derxîne der, bi cîhanê bide bihîstin. Wekî dareke fêkî ku her sal bi dayîna fêkî dixwaze tovên xwe biweşîne û jiyana xwe bidomîne, ev jî tovên jiyanê yên daxwaza jiyîna Kurdistanê ne.

Kurdistanwarê dîroka gelan û ya çanda niştecîbûna mirovahiyê ye. Rast e ku Aram wekî nijad Ermenî ye; lê ew di heman demê de Kurdistanî ye û bi vê sedemê di malikên giyana wî de êş, jan, coş û kêfxweşiya hemû gelên li ser vê xakê jiyane heye; ji Hîtît û Kardûkan bigir, heta Medî, Aşûrî, Sumerî, Persî, Ermenî hemû gel di dilê helbestên wî de dijiyan û xwe dianîn ser ziman. Bi vê sedemêAramne kesayetek netewî, ew kesayetek navnetewî ango enternasyonal bû. Ew bi rastî demokrat, pêşverû, ronakbîr û qibleyek çand, ziman û hunerê bû.

Aramxwestiye di dilê Kurdistanê de were çandin. Ev daxwazek pir hestedar e. Aramli Amedê wê ji nû ve şîn were; kat û şaxan vede, kulîlkan bide û fêkî û tovên xwe biweşîne. Gora Aram li Amedê wê bibe Akademiyek çand, huner, zanist, ziman û dîrokê. Ji bo wê divê Aram ne di goristaneke giştî de, li ser xakeke berfireh were bicihkirin û li derûdora wê xakê AKADEMIYA ÇAND; HUNER; ZIMAN; WÊJE Û ZANISTÊ YA KURDISTANÊ were avakirin. Tenê bi avakirina vê AKADEMIYÊ şaredarên Amedê dikarin li yaqî daxwazaAram bin. GerAram xwestiye were Amedê ev ji bo wan rûmetek e, divê li vê rûmetê xwedî derkevin. Ne ku wî bibin di du metre ax de bi cih bikin û li mala xwe rûnên. Ger wiha bikin, wê di serî de xwe vala derxînin. GoraAram divê Akademî be. Ger wiha bibe wê Amed di warê nirxên Kurdistanî de hilpekîneke dîrokî bijî. Ger vê yekê nebînin heyf e ji wan re.

Bi rêzdarî Aramê Tîgran, hozanê nemir, şehîdê qirnê 21. bi bîr tînim, ji malbata wî û hemû gelên li ser xaka Kurdistanê jiyane û dijîn re sersaxiyê dixwazim.Aramnirxê giştiya mirovahiya modernîteya demokratîk e; bi vê sedemê serê demokrasiya gelên cîhanê sax be. DîsaAramli ber dilê rêbertiya gelê kurd jî nirxekî pir giranbuha bû; bi vê sedemê serê rêbertiya gelê kurd jî sax be.

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

http://www.zimanekurdi.org/News-file-article-sid-15.html

Scroll to top
UA-37549610-1