Aktîvîstên aştiyê li ber girtîgeha Amedê ketin greva birçîbûnê
Redkarê Wijdanî Halîl Savda û hevalên wî ji bo piştgiriyê bide çalakiya birçibûnê ya bêdem û bedorveger, li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo rojekê ket çalakiya birçîbûnê. Halîl Savda û hevalên wî yên ku ji Roboskiyê heta Enqereyê ji bo aştiyê meşiyan Îbrahîm Yaylali, Meral Geylanî û Emine Ozkaya û Ferhat Encu li gel aktîvistên aştiyê ji bo rojekê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi çalakiyê kirin.
Aktîvîstên aştiyê piştî dest bi çalakiyê kirin û daxuyanî dan dowîzên “Ji bo ku em careke din nekevin şînê em dikevin greva birçîbûnê.”, “Em Roboskiyên nû naxwazin” , “Em li girtîgehan mirinên nû naxwazin” û “Ji hemû jinên girtî re azadî” hatin vekirin. Çalakgeran cil û bergên ciwanên ku di komkujiya Roboskiyê de hatin qetilkirin li xwe kirin û li gel dayîkan bi cilên neteweyî ketin greva birçibûnê.
‘EM NAXWAZIN CAREKE DIN ŞÎNÊ BIGIRIN’
Li ser navê komê Redkarê Wijdanî û aktîvîstê aştiyê Halil Savda, cilên neteweyî li xwe kirin û diyar kir ku, ew wekî Roboskiyê naxwazin wekî dayîkên zarokên Roboskiyê şîne bigirin û wiha got: “Kesên ku ketine grevê tenduristiya wan di bin xeteriyê de ye. Jiyan ji her tiştî bi qîmettire. Mafê jiyanê mafekî mirovan yê bingehîne. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Em naxwazin dayîk û xizmên tu kesî şînê bigirin. Em naxwazin li ser vê axê dîsa şîn bê girêdan. “
‘JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ BERÎ HER TIŞTÎ DAXWAZÊN GIRTIYAN BÊN QEBÛLKIRIN’
Ferhat Enc jî ani ziman ku, li ser komkujiya Roboskiyê re 10 meh derbaz bûn, lê hêj hesap nehatiye pirsîn û wiha got: “Me wekî malbatên Roboskiyê êşên pir mezin dîtin û jiyan. Em naxwazin malbatên din jî êşan bikişînin. Ji bo ku eş bi dawi bibin divê bi lezgîn daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û bersivandin. Ji bo ku li Tirkiyeyê êdî mirin û kuştin bi dawi bibe em dikevin grevê.”