Çima Aşîtî Pêk Nayê ? II | İsmail Beşikçi Reviewed by El-Com on . Sedemeke girîng yê pêknehatina aşîtiyê li Tirkiyeyê, helwesta dewletên Rojava û DYAyê ye. Dewletên Rojava, dewletên endamê Konseya Ewropayê, dewletên endamê Yek Sedemeke girîng yê pêknehatina aşîtiyê li Tirkiyeyê, helwesta dewletên Rojava û DYAyê ye. Dewletên Rojava, dewletên endamê Konseya Ewropayê, dewletên endamê Yek Rating:
You Are Here: Home » slideshow @ku » Çima Aşîtî Pêk Nayê ? II | İsmail Beşikçi

Çima Aşîtî Pêk Nayê ? II | İsmail Beşikçi

Paylaş…Share on FacebookTweet about this on TwitterShare on Google+Email this to someoneShare on LinkedInPrint this page


Sedemeke girîng yê pêknehatina aşîtiyê li Tirkiyeyê, helwesta
dewletên Rojava û DYAyê ye. Dewletên Rojava, dewletên endamê Konseya
Ewropayê, dewletên endamê Yekîtiya Ewropayê, DYA, her dem tekoşîna
Kurdan bi têgîna “terorê” nirxandine, di tênegihîştina tekoşîna
azadiya kurdan, tekoşîna heq-hiqûqê de herdem israr kirine bi vê rê
li hember azadiya kurdan rawestine. Piştevaniyek bêsînor dane terora
dewletên ku xwestine zordarî li kurdan bikin.

Rojava, alîkariyeke bêsînor dane terora dewletê ku li hember kurdan
dihat bilindkirin. Rojava, bi çapemeniya xwe, bi zanîngehên xwe, bi
saziyên xwe î hiqûq û darazê, bi rêxistinên xwe î sivîl î civakî
alîkarî dane terora dewletê. Dewletan, bi rêya saziyên navnetewî î
wek Konseya Ewropa, Yekîtiya Ewropa û peymanên du alî piştevaniya
tezên rêveberiya tirkan a dijî kurdan û terora dewletê kirine.
Rayedarên tirkan bi alîkarî û ecibandina Rojava terora dewletê û
tezên xwe î li dij kurdan pêşve birine.

Terora Dewletê 

Di şerê dawîn î nêzî 30 salî de, bi hezaran gund hatine
şewwitandin-hilweşandin, bi milyonan mirovên kurd ji cih û warên xwe
hatine derxistin. Çavkaniyên bingehîn î debarê hatine hilweşandin,
daristan, rez û bexçe hatine şewitandin. Malbatên ku bi zorê ji cih û
warên xwe hatine derxistin li derdorên bajarên mezin di nava jiyaneke
jar de hewl didin li ser piyan bimînin. Li gundê wan, axa wan, ava wan
heye. Rezê wan, bexçê wan hene. Nikarin hilînin, deynin. Ji navê
hatine derxistin. Ji wan deran hatine derxistin. Li berbajaran di jiyaneke
jar de ne… Ev, helbet pirseke civakiya pir girîng e.

Bi hezaran kuştinên ku bi navê “kiryar nediyar” tên binav kirin
hene. Bi awakî zelal derketiye holê ku canî/fa’ilê van kuştinan
dewlet e.

Bi nêzî du hezaran kurd hene ku ji malên wan, ji karên wan, ji kolanên
wan hatine revandin, bi êşkencê hatine tunekirin, kuştin û carekî din
tu agahî ji wan nehatiye girtin. Malbatên kurd cesedê kuştiyên xwe jî
nedîne. Ne gorek ne hestiyekî wan li holê heye.

Ji sê hezarî zêde bûyerên ku hatine revandin, bi êşkencê hatine
kuştin, piştê demekî li binê piran, li kêleka rêyan, li qûntarên
çiyan, li devê geliyan cesed hatine dîtin, yanî qenebe malbat
gihîştine hestî û cihê gorên wan.

Dewlet, li hember kurdê ku jê re dibêje“hemwelatiyê min”,
“birayê min” çawa karibiye cînayetên ew qas giran bike? Tê zanîn
ku tu bûyer nehatiye darizandin, bi hinek tekoşînan hin dozên ku hatine
vekirin jî bi awakî dosye hatine bin cilkirin.

Em 9ê Mijdara 2005an bînin bîra xwe. Di wê rojê de du pêwirdarên
JÎTEMê, li Şemzînanê, bombe avêtibûn Kitêbxana Ûmûdê. Bombe
teqiyabû,kitêbxane şewitîbû, li wê derê gel bi dest kesên bombe
avêtibûn girtin. Pêwirdarek din yê JÎTEMê ku nrdixwast tîmên
taybet, wezîfedarên JÎTEMê werin girtin, girseya gel gulebaran kiribû,
di vê gulebaranê de ji girseyê yekî jiyana xwe ji dest dabû.

Kesên ku hatibûn girtin qereqol wan bir û di derê paşîn re serbest
berda. Bi tekoşîna kurdan bûyer çû dadgehê û kiryar hatin girtin.
Serfermandarê leşkerî yê wê serdemê Orgeneral Yaşar Buyukanit ji bo
kesên ku bombe avêtibûn Kitêbxana Ûmûdê, pêgirtiyên JÎTEMê ku ji
aliyê gel ve hatibûn girtin tiştên wek ku “ ez wan nas dikim ew
zarokên baş in divê neyên girtin” gotibû. Di wê demê de, di
çapemeniyê de li ser gotina “zarokên baş” gelek şîrove hatibûn
kirin.
Hat dîtin ku li hember vê bûyerê Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, DYA,
tu bertek nîşan nedan.Ev li ser sûc girtina geşkirina terora dewletê
bû, bi hindikî ne bû sedema şermezarkirinê jî.

Wek mînak di dema ku gerîlayên kurd hêrîşê qereqolekî bikin, ji bo
şermezarkirinê dewletên Ewropayî, DYA, ku bi hev re dikevin
pêşbaziyê, li hember terora dewletê bêdeng dimînin, tevî ku terora
dewletê li ser kar hatiye girtin jî..

Dewletên endamê Konseya Ewropayê, endamê Yekîtiya Ewropayê, DYA, li
ser xwestina Tirkiyeyê, kurdan herdem bi têgîna “terorê”
dinirxînin. Dema ku pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê tên rojevê, herdem
pirsgirêk û pêvajoyan bi têgîna “terorê” girtina dest esas e. Ev
jî, rewşeke balkêş e. Feyde di bihevregirtina dest ya pêvajo û
nirxandinên ku wek fi’lî tên jiyîn de heye.

Wek mînak, em rojên Newrozê, Diyarbekirê bînin bîra xwe. Jin-mêr,
zarok-marok, xort-kal bi sedhazaran mirov dicivin. Newrozê pîroz dikin:
Çawa girseyeke wiha mezin wek “çalakiyek terorxwaz” dikare bê
nirxandin? Çalakiyeke ku zarok, jin, kal, xort beşdar bin stranan bêjin,
govend bigerînin çawa dikare di nava têgînên “terorê” de bê
nirxandin?

Tevî ku di heman rojan de li bajar û navçeyên wek Wan, Êlih,
Colemêrg, Mêrdîn, Bedlîs, Çewlîk, Mûş, Qers, Agirî, Şirnax,
Gewer, Nisêbîn, Qoser, Melegir, Patnos, Bazîd, koçê û Dîgorê
jin-mêr, zarok, xort-kal bi dehhezaran kurd dîsa newrozê pîroz dikin.
Pêvajoyeke wiha bi kelecan çawa dikare bi têgînên “terorê” bê
nirxandin? Tê zanîn ku Newroza Kurdan û Nevrûza dewletê cejnên cuda
cuda ne.

Dewletên Rojava, danasîna “terorê” wek Tirkiyeyê, wek daxwaza
Tirkiyeyê têdigihîjin. Dewlet jî, bo ku mafên kurdan nasneke, bo ku
mafê wan î ku ji kurdbûna wan tê, ji civatbûna wan, ji netewebûna wan
tê nasneke, ji tekoşîna wan re bi gotina “terorê”hewl dide ku raya
giştiya navnetewî li hember kurdan bi rêxistin bike. Dewlet, hukûmet,
di vê mijarê de, derfetên xwe î aborî wek mînak îhaleyên mezin jî
bikar tîne û dewletan dikşîne aliyê xwe, dîtinên xwe bi wan dide
qebûlkirin.

Lê rastî ew e ku “teror” ne çalakiyeke ku bi girseyî têtekirin. Li
jor, me mînaka bombekirina kitêbxana Ûmûdê ya li Şemzînanê dabû.
Ev bi temamî çalakiyeke “terorê” ye. Ev operaasyoneke bo tirsandin
tepisandin û sarkirina girseya kurdan e. “Teror” çalakiyeke ku bi
du-sê kesan dikare bê kirin. Ev du-sê kesên ku bi alikarî û
piştevaniya dewletê tên bi rêxistin dikarin çalakiyên mezintir pêk
bînin. Herwiha JÎTEM, Tîmên Taybet, bi alîkariyek mezin î dewletê,
rojek li Colemêrgê, roja din li Diyarbekirê, çend roj şûnda wek
mînak li Stenbolê dikare operasyonan bike. Navê viya terora dewletê ye.
Dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê bi çavgirtina
xwe ya ji terora dewletê re; lê ji organîzekirina xwepêşandan û
pîrozkirinên girseyî î ku ji aliyê Partiya Aşîtî û
Demokrasiyê(PAD), PKKê ve re“terorîst” dibêjin ev têgihîştineke
balkêş e.

Ev dijîtiya Rojava li hember Kurdan, alîkariya terora dewletê ji
kûderê tê? Ev jî rewşeke ku divê bi diyardeyên dîrokî bête
lêkolînkirin.

Cemiyeta Miletan-Netewên Yekbûyî

Em salên 1920an, serdema Cemiyeta Miletan bînin bîra xwe. Kurdistan û
Kurd, di salên 1920an de, di serdema Cemiyeta Miletan de hatiye
dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Rewş ew e ku Cemiyeta
Miletan(Cemîyetê Eqwam) ew rêxistin bû ku piştî Şerê Cîhanî Yekem
di Konferansa ku li Parisê civîyabû de biryar dabû da netewe bê şer
dahatûya xwe diyar bikin û nakokiyên nav xwe çareser bikin. Serokê
DYAyê Woodrow Wilson jî di prensîba 12. a “14 Prensîban” de heman
rêbazî diparast. Rêveberên Yekîtiya Sovyetan jî herî pir li ser maf
diyartkirina dahatûya netewan bi destê wan diaxivîn. Kurd û Kurdistan
di rewşek wiha de, di rewşeke ku pêwendiyên wiha serdest bûn de hat
dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Berpirsiyariya dewletên emperyal
î serdemê Brîtanya Mezin û Frensayê di vê mijarê de pir mezin
e.Brîtanya Mezin û Frensa, vê pêvajoyê bi hevkariya bi
rêveberiyênTirk, ‘Ereb û Farsî î li Rojhilatanavîn re pêk anîn.
Di vê mijarê de destûrsendina rêveberên Yekîtiya Sovyetan jî girîng
bû.

Divê neyê jibîrkirin ku di wê serdemê de kurd di tekoşînê de
bûn,li Başûrê Kurdîstanê Şêx Mehmûdê Brzencî bi gotina “Ez
qralê Kurdîstanê me” ji bo kurd û Kurdistanê tekoşîn dikir.

Lê di vê serdemê de Kurd û Kurdistanê tu statuyek bi dest nexist.
Kurdistaneke serbixwe li aliyek, damezrandina Kurdistaneke mêtingehî jî
nehat heşê wan. Wek mînak manda(mêtingeh)yên Irak, Urdun, Filistîn bi
Brîtanyaya Mezin ve, Sûriye, Lubnan jî bi Frensa ve hatin girêdan, lê
avakirina mêtingehekî bi navê Kurdistan jî nehat heşê wan. Divê ev,
di nava pêvajoyên ku piştî şerê Cîhaniyê Yekem hatin jiyîn de bê
nirxandin. Ev pirsgirêkek girîng e divê bê lêkolînkirin ku çima
Kurdistaneke mêtingeh jî nehat avakirin. Divê ji vî alî ve Konferansa
Parisê û cemiyeta Miletan bêne lêkolînkirin.

Tevî hemî vanan, Cemiyeta Miletan aşîtiya navnetewî ya ku dihat
xwestin nikaribû sazbike. Li hember derketina Şerê Cîhanî î Duyem
nikaribû bibe asteng. Şerê Cîhanî î Duyem, ji yê yekem bêtir
berfireh bû û bi şewat bû. Kurd di Şerê Cîhanî î Duyem de jî li
ser piyan bûn. Pêvajoya Komara Kurd a Mehabadê di vê serdemê de hat
jiyîn.

Di dawiya Şerê Cîhanî î Duyem de jî, dîsa pêwistiya bi
rêxistinekî, ji bo sazkirin û geşedankirina aşîtiya navnetewî, ji bo
çareserkirina nakokiyan bi riyên aşîtî, hate zimên. Ji bo dewletên
serkeftî ev pirseke pir girîng bû. Bi vî awayî di sala 1945an de
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hat damezrandin.

Ev mijar pir girîng e. piştî şerê Cîhanî î Duyem, li ser rûyê
dunya guherînên siyasî î pir mezin pêk hatin. Gengaz e mirov van
guherînan li her derê dunyayê bibîne. Wekmînak, li Afrîkayê berî
Şerê Cîhanî î Duyem bes du dewletên serbixwe hebûn. Habeşîstan û
Lîberya..Îro ev hejmar gihaştiye 57an. Afrîka ji serî heta dawiyê, ji
başûr ta bakur, ji rojava ta rojhilat mêtingeh bû. Afrîka, di sala
1885an de, ji aliyê dewletên emperyal û kolonyal ve bi peymanek hatibû
parvekirin. Ev kolonî di dawiya salên 1950yan de gihîştin serxwebûna
xwe. Di salên 1960an de hejmara mêtingehên ku gihîştin serxwebûna xwe
pir zêde bû… Lê, li Kurdistanê tu tişt ne guherî. Di salên 1920an
de, di serdema Cemiyeta Miletan de, statuya ku hatibû damezrandin hat
domandin. Ev statuya ku diyarbû tu tişt nedabû Kurdan, kurd û
Kurdistanê dabeş, parçe û parvekiribû bû. Divê lêkolîna vê
polîtîkaya dij kurdan girîng be.

Netewên Yekbûyî, di 1945an de, ji bo aramiya dahatûya netewan hatiye
damezrandin. Lê, mafê kurdan li berçav negirtin, bi rêbazên bingehîn
î Netewên Yekbûyî re, bi giyanê Netewên Yekbûyî re li hev nake.

Netewên Yekbûyî, navê wê li ser e rêxistineke ku mafên netewan,
berjewendiyên netewan biparêze. Lê herdem, mafê dewletan,
berjewendiyên dewletan diparêze. Di nava Rojhilatanavîn de, Kurd û
Kurdistan bê ku ji wî bê pirsîn welatê wî gelê wî hatiye
dabeşkirin, parçekirin û parvekirin… Netewên Yekbûyî her gav
mafên, berjewendiyên dewletên ku bi hevkarî kurdan bindest kirine
parast. Lê her dem mafê kurdan li ber çav negirt kurdan kir qurbana maf
û berjewendiyên van dewletan.

Peymana Lozanê ya ku bi karên Rojhilatanêzîk re pêwendîdar, mijara
bingehîn a pêvajoya vê peymanê Kurd û Kurdîstan bû. Lê di vê
konferansa ku di derbarê kurd û kurdistanê de biryaran dida de Kurd tune
bûn. Kurd bo konferansê nehatibûn vexwendin. Girîngtir jî, daxwazên
kurdan nedigihîştin damezrînerên Cemiyeta Miletan paşê jî qet
nedigihîşt damezrînerên Netewên Yekbûyî. Damezrînerên herdû
rêxistinan jî bo ku kurdan guhdarî nekin di nava hewldanên mezin de
bûn.

Cemiyeta Miletan tu demek, kurdan, daxwazên kurdan negirt ber çavan. Her
dem berjewendiyên Britanyaya Mezin û Frensayê li ber çavan girt.
Britanyaya Mezin, piştî Şerê Cîhanî î Duyem, mafên xwe yên li ser
Kurdistanê da Irakê, Frensa mafên xwe î li ser Kurdistanê da destê
koloniya xwe Sûriyeyê. Ev, wek dewrkirina mafê mîrasê ku di hiqûqa
taybet de heye bû.

Konseya Ewropayê-Yekîtiya Ewropayê

Saziyên wek Konseya ewropayê, Yekîtiya Ewropayê, ew sazî ne ku ji bo
demokrasî kok bigre geşedan bibe hatine fikirîn û ketine jiyanê. Îro
jî ewleyiya demokrasî û azadiyê ne. Lê, polîtîkayên ku li hember
kurd û Kurdistanê dihatin bikaranîn ji sedî sed berevajî nirxên
bingehîn yên Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê bûn.

Îro nufûs(serjimêr)a kurdan ya li Rojhilatanavîn ji 40 milyonan
zêdetir e. Lê, divê saziyên wek Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê
û Netewên Yekbûyê li ser ne xwedîbûna statuyeke siyasiya piçûçik
di pêwendiyên navnetewî de ji bo kurdên 40 milyonî bifikirin.

Di Konseya Ewropayê ya xwedî 47 endamî de, dewletên xwedî nifûsên
30-40 hezarî jî hene. Di Yekîtiya Ewropayê ya 27 endamî de, dewletên
ku nifûsa wan di biniya milyonekî de ne jî hene. Tevî ku ev heqîqet li
holê ne, bêstatubûna 40 milyon kurdên li Rojhilatanavîn dijîn dikare
bê qebûlkirin? Vêdera vekiriye ku, nayê gotin bila mafê dewletbûna
vanan ji destê wan bê sendin, tenê, li ser çima ev maf ji kurdan re
rewa nayê dîtin tê rawestin. Li Başûrê Kurdîstanê, Rêveberiya
Herêmiya Kurdîstanê ku piştî 2003yan avabûye mijareke cuda ye. Divê
cuda bête nirxandin.

Di Yekîtiya Ewropayê ya xwedî 27 endamî de, bes, sifûsa Almanya,
Frensa, Brîtanya, Îtalya û Îspanyayê ji nifûsa kurdên ku li
Rojhilatanavîn dijîn zêdetir e. Nifûsa 21 dewletên din î endamê
YEyê ji nifûsa kurdên li Rojhilatanavîn pir pir kêmtir e.

Meziniya hin welatên wan dewletên ku li jorê behsa wan hate kirin jî bi
qasî bajerokekî Kurdîstanê jî tune ye.

Ji derveyê vana tev, tê dîtin ku piraniya van dewletan bê tu bedelek
dayînê gihîştine statuya dewletê. Kurd û Kurdîstanê jî di
tekoşîna xwe ya azadiyê ku 200 sal e didome de bi milyonan mirovên xwe
wenda kirine.Hêna, nexwedîbûna statiuyek cidî ku ji aliyê civata
navnetewî ve hatibe qebûlkirin û nirxandina tekoşîna wan a hebûn û
azadiyê wek “terorê” rewşeke balkêş e.

Îro li dunyayê 208 dewlet hene. Ji vanan 192 jê endamê Netewên
Yekbûyî ne jî. Nifûsa piraniya vanan nagihîje milyonekî. Bi dehan
dewletên wiha endamên Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê,Konferansa
Îslamê, Yekîtiya Afrîkayê ne. Divê rewşa kurdan a dabeşkirî,
parçekirî û parvekirî mayîn, tevî nifûsa xwe ya mezin bêstatu
mayîn ji nêz ve Netewên Yekbûyî biramîne.

Dahatûya Kurdan

Li Rojhilatanavîn her kes çekdar e. Kurdên ku dijminên wan pir in,
bêtir pêdiviya wan bi çekan heye. Di rewşa ku Tirkiye, Erebên Siûdî
û Qatar, bi lez û gelek çekan didin muxalefeta Sûriyeyê, didin
Artêşa Hur a Sûriyeyê de, ji Kurdan re, ji PKKê re, gotina “çekên
xwe deynin” çewt e. Divê xwedî bûna Kurdan a maf û daxwazên wan
girîng be. Ya rast ev e.

Helbet divê kurd Kurdistana serbixwe biparêzin. Lê îro bi kêmanî be
jî divê federasyonê biparêzin. Divê hêzên gerîla jî wek hêza
zabita, polîs û ewlekarî ya federasyonê bên ramîn.

Deynê Rojava ji kurdan re pir e

Dr. ‘Eli Şerî’etî, (1933-1977), di pirtûka xwe ya bi navê
Medeniyet û Modernizm, (çapa 4. Weşanên Bîrê, Stenbol 1985) de, li
ser rola penaberiya di nava parzemînan de, rola hereketên nifûsê di
pêkhatina medeniyetê de radiweste. Dibêje ku medeniyeta Yunanê, bi
çûna kurdan ji bakurê Mezopotamyayê bi bal Yunanistanê destpê kiriye.
(r.57, r.63). Pêvajoyên ku Ksenefon bi “Bi Dehhezaran çûn û hatina
Mezopotamyayê (B.Z. 400)”, “Sefera Mezopotamyayê ya Îskrnder(B.Z.
333-323)” binav dike, ew pêvajo ne ku divê bêne nirxandin.

Dîroknasê Yunan Plutarch (46-120) dibêje ku li Romayê, rastir li
Îtalyayê, Spartakusê ku li hember koletiyê bi awakî hêzdar tevî bi
dehhezaran koleyan bi qasî du salan (BZ. 73-71)tekoşîn daye, mîrzadekî
MED e. (x)

(x) Nivîskarên wek Kamuran Melekendi û Aso Zagrosi, di nivîsên xwe î
ku di www.newroz.comê de nivîsandine de behsa berhemeke dîroknasê
Yunanî Plutarchî (P.Z. 46-120) dikin. Aso Zagrosî, di nivîsa xwe ya bi
navê”Li Ser Gera Romayê û Med bûna Spartakusî”(2)de(newroz.com 22
Nîsan 2011) van dîtinên xwe tîne zimên. Hasan Yıldırım, di nivîsa
xwe ya ku di heman malperî de hatiye weşandin de, bi referanskirina
Kamuran Melekendî heman ramanan pêşkêş dike.(21 Hezîran 2006)

Li gor nivîskaran Plutarch, di berhema xwe ya bi navê “Jiyanên
Hevrast” de, Med bûna Spartakusî(B.Z. 109-71)dinivîse. Lê, di
wergerên Îngilîzî, Almanî, Frensizî yên ku ji berhema Plutarchî ya
Yunaniya kevn hatine wergerandin de bo Spartakus,bi nivîsandina“momadek
ku ji Trakyayê hatiye”, “ji barbarên Trakyayê”, “ji nîmûdeyan
hatî” Medbûna, Kurdbûna Spartakusî veşartine. Ev bûyereke ku divê
li ser çima tehrîfat di wergeran de pêk tên bi baldarî bê rawestin.
Divê ev bibe şopeke girîng di rexnekirina Akademiya Rojava de. Li gor
nivîskaran Plutarchî, di berhema xwe de behsa pêwendiyên Keya Kardoxî
û Keyên Romayî dike. Crassusê ku tevgera Spartakusî têk dibe, di
şerekî li Bakurê Kurdistanê, ku bi Partan re tê kirin de, hatiye
kuştin jî dibêje.

Plutarch, di Jiyanên Hevrast de, di beşa ku jiyana Lucullusî digre dest
de, behsa Kurdan, Kurdistan û Spartakusî dike.(Hakîmoglu Suleyman Ozcan,
Dîroka Kurdan, ‘Eşîret û Raperînên wan, Mijdar 2011, r. 58-59)
Werger ji aliyê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin, amed_kani@hotmail.com
Scroll to top
UA-37549610-1