Çîroka malbatek kurd a mûsewî Reviewed by El-Com on . Nivîskar Arîel Sabar di pirtûka xwe ya bi navê ‘Bihuşta bavê min’ de bi çîroka bavê xwe yê ku di salên 1950’yî de ji Zaxoyê diçe Israîlê û ji wir jî diçe Amerîk Nivîskar Arîel Sabar di pirtûka xwe ya bi navê ‘Bihuşta bavê min’ de bi çîroka bavê xwe yê ku di salên 1950’yî de ji Zaxoyê diçe Israîlê û ji wir jî diçe Amerîk Rating:
You Are Here: Home » ÇAND » Çîroka malbatek kurd a mûsewî

Çîroka malbatek kurd a mûsewî

Çîroka malbatek kurd a mûsewî

Paylaş…Share on FacebookTweet about this on TwitterShare on Google+Email this to someoneShare on LinkedInPrint this page
Nivîskar Arîel Sabar di pirtûka xwe ya bi navê ‘Bihuşta bavê min’ de bi çîroka bavê xwe yê ku di salên 1950’yî de ji Zaxoyê diçe Israîlê û ji wir jî diçe Amerîkayê di esasê xwe de behsa çîroka jiyana kurdên mûsewî dike
Pirtûka bi navê ‘My Father’s Paradise-Bihuşta bavê min’ ku di sala 2008’an de li Amerîkayê hat çapkirin û pêre pêre jî li gelek zimanan hat wergerandin behsa çîroka kurdên mûsewî ku di salên 1950’yî de ji Zaxoya başûrê Kurdistanê koçî Israîlê dikin, dike.
Pirtûka ku nivîskar ji çîroka koçberiya bavê xwe sûdê girtiye û nivîsandiye, li gelek welatan jî rastî eleqeyek baş hatiye. Nivîskar Sabar ku li Amerîkayê rojnamegeriyê dike behsa pêvajoya nivîsandina pirtûka xwe ya navborî kir.

LÊKOLÎNÊN DESTPÊKÊ
Nivîskar Sabar diyar kir ku ew berî ku dest bi nivîsandinê bike gelek lêkolînan kirine û ji bîranênên bavê xwe, yên malbata xwe gelek sûdê wergirtiye û wiha behsa wê pêvajoê kir: “Her çiqas mijara pirtûkê çîroka malbata min be jî, di esasê xwe de ev pirtûk encama xebata min a bi salan e. Berî ku ez vê pirtûkê binivîsim jixwe bi qasî deh salan bû ku min rojnamegeriyê dikir. Di pêvajoya nivîsên xwe de ez wekî dîroknasekî tevgeriyam. Ji bilî malbata xwe min bi sedan kesan re hevdîtin pêk anîn. Min name û wêneyên malbata xwe yek bi yek di ber çavan re derbas kir. Min ji pirtûkxaneyên neteweyî yên Amerîka, Îngilistan û Israîlê jî gelek sûdê wergirtin.”

TÊKILIYA BAV Û KUR
Sabar meha borî li Londonê di gotûbêjeke li ser pirtûka xwe de diyar kiribû ku ew piştî kurê wî hatiye dinê bi nasname û çanda xwe ya resen ve zêdetir hatiye girêdan. Sabar der barê vê yekê de anî ziman ku zarokatiya wî li Los Angelesa Amerîkayê derbas bûye û xwe wan deman wekî zarokekî kalîforniyayî didît. Wan deman min ji jest û mîmîkên bavê xwe û devoka wî şerm dikir, ji ber vê yekê min nedixwest pê re têkiliyê deynim. Pistî ku kurê min hat dinê nêrîna min a li hemberî bavê min jî guhert. Ji ber ku jiyana min bes di çîroka malbateke mûsewî ku ne li ser xaka xwe dijiya tenê kêliyekê bû. Min jî ji ber van sedeman bi vê pirtûka xwe xwest ku ez girêdaneke di navbera bavê xwe ku ji xaka xwe bi hezaran kîlometre dûr dijî û kurê min ê ku li bajarekî modern ê Amerîkayê dijî, çêbike nivîsî.”
Sabar dema ku vê pirtûka xwe ji bo yekî/ê îmze dike jî li serê ‘li çîroka malbatên xwe xwedî derkevin dinivîse.’ Sabar destnîşan kir ku çîrokên malbatan ji bo wî pir girîng in û vê yekê wiha anî ziman: “Di esasê xwe de çîroka malbatan têkiliya di nav nifşan de zexim dike. Em kes û warên nenas bi saya wan çîrokan hîn dibin û dikevin nav wan çîrokan. Li aliyê din van çîrokan hem malbatan nêzî hev dike hem jî vê dinyaya mezin a ku mirov çavtirsandî dike, bi saya wan biçûk dibe.”

Nêzîkatiya bavê wî ya bo pirtûkê

ARÎEL SABAR bi lêv kir ku dema wî ji bavê xwe re bahsa projeya xwe kiriye bavê wî nexwestiye ku bibe karekterê sereke lê belê piştî ku gotûbêjên wan li ser pitûkê kûr bûne bavê wî jî dîtiye ku tiştê tê kirin ne ji kar û xebatên wê dûrtir e. Ji ber ku ew di heman demê de profesorê zimanê aramî ye. Ew çawa ku hewl dide zimanekî li ber mirinê rizgar bike, Arîel jî dixwaze bi vê pirtûka xwe wan çîrokên li ber windabûnê ne ji windabûnê rizgar bike. Sabar bal kişand ku wî ji gelek kesan peyamên destxweşiyê jî wergirtiye û gelek ji wan peyaman ji kurdên israîlî hatine. Sabar destnîşan kir ku pirtûka wî li gelek zimanan hatiye wergerandin û ji aliyê Weşanxaneya Arasê ku li Başûrê Kurdistanê kar û xebatên weşangeriyê dike mafê çapkirina bi kurdî wergirtiye û ew jî li benda çapa wê ya kurdî ne.
Sabar destnîşan kir ku dê di pêşerojê de jî der barê çand, nasname, dab û nêrîtên Kurdistanê de dê xebatên wî berdewam bikin.

Scroll to top
UA-37549610-1